Li gor agahiyan ji hêzên ewlekariyê re agahî tê ku çend çeteyên DAIŞ’ li herêmê hene. Hêzên asayîşê çûne herêmê û li wir di navbera wan û çeteyan de şer derket. Di encama şerê sê seatan de hemû çeteyên ku hêjmara wan 5 bûn, hatin kuştin.
Pêr jî li Kerkûk û derdora wê zêdetirî 10 çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibûn kuştin.
21’ê Cotmehê hêjmarek çeteyên DAIŞ’ê êrîşî çend cihên bajarê Kerkûkê kirin. Bi beşdarbûna hêzên HPG û YJA Starê, hêzên ewlekariya Kerkûkê piraniya çeteyên ketibûn bajêr bêbandor kirin.
KERKÛK