Piştî ku general Xelîfe Hefter xwe ji hevdîtinên li Moskovayê vekişand û vegeriya welatê xwe. Agirbest jî bi dawî bû û şer ji nû ve destpê kir.

Serokê parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih doh bang li dewletên Ereban kir ku roleke aktîf bilîzin û destwerdanên dewleta Tirk ên li welatê wî sînordar bikin. Salih her wiha got, Erdogan dixwaze zilma Osmaniyan a li Lîbyayê vegerîne.

Eqîle Salim di axaftina xwe ya li Qahîreyê li pêşberî meclîsa Yekîtiya Ereb de kir got; “Dewleta Tirk bi El Sirac û komên çete re li hev kir. Ji ber ku dixwaze dewlemendiyên Lîbyayê talan bike.

Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borell jî nerazîbûn nîşanî Rûsya û Tirkiyeyê da ku bi rengekî ‘leşkerî’ tevlî krîza Lîbyayê bûne û ev rewş şiband rewşa li Sûriyeyê.

Borell di dema nîqaşekê de ya li Parlamenta Ewropayê ya li Strasboûrgê got, “Em dibêjin ku pirsgirêk bi rengê leşkerî çareser nabe. Lê belê me ev dirûşm ji bo şerê Sûriyeyê jî gotin. Baş e li Sûriyeyê em li çi rast hatin? Li çareseriyeke leşkerî. Metirsî heye ku heman rewş li Lîbyayê jî derkeve holê.”

Borell got, “Tirkiye û Rûsyyaê hevsengiya li parçeyê rojhilat ê Derya Spî guhertin. Em nikarin qebûl bikin ku heman rewş li Lîbyayê jî rû bide.”

NAVENDA NÛÇEYAN