Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di encama pevçûnên di operasyona berfireh a ku di 17’ê tîrmehê de hatibû lidarxistin de, 3 leşker hatin kuştin û wesayîteke leşkerî ji aliyê gerîlayan ve hatiye rûxandin. HPG'ê ragihand ku di 17’ê tîrmehê de di dijî leşkerên xwestine bi wesayitan teqwiyeyî herêmê bikin li dijî wesayiteke kirpiya zirxî ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û wiha got: “Di encama vê çalakiyê de wesayita kirpî bi giştî hatiye rûxandin, 3 leşker jî hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûye. Li dijî Gundê Sîsê, Cênik û Husêynikê piştî nîvro ji aliyê artêşa dagirker a Tirk careke din hatiye bombekirin, şewata li herêmê jî destpêkiriye hîn jî berdewam dike. Operasyona li herêmê di heman rojê de paş ve vekişiyaye.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di 18'ê Tîrmehê de li navçeyên Karaz, Lîce û Hezoyên Amedê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Di heman rojê de li Neqeba Antakê di navbera gerîlayên me û leşkerên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Piştî pevçûnê dijmin kuştî û birîndarê xwe yê ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye. Piştî pevçûnê ji aliYê artêşa dagirker a Tirk ve herêm bê ser û ber herêm bombebaran kiriye. Di encama vê bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike. Operasyona li herêmê di heman rojê de paş ve vekişiyaye.”
HPG'ê diyar kir ku di 17'ê Tîrmehê de li herêma Şehîd Kendala Amedê li dijî Gundên Sîsê, Dêrxust û Alî Xuşo yên bi ser navçeya Lîcê ne ji aliyê artêşa “dagirker” a Tirk bi helîkopterên kobrayan bi daxistinan operasyon hatiye destpêkirin û wiha domand; “Operasyona bi bombebaranê destpêkiriye, li herêmê şewat destpêkiriye, li dijî sîvîlên xwestine mudaxeleyê şewatê bikin de ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”
ANF/BEHDÎNAN