Ji gelek bajarên Brîtanyayê rêxistinên cur bi cur tevlî çalakiyê bûn. Çalakî bi axaftinên li pêşiya avahiya BBC’yê re destpê kir. Di axaftinan de hat diyarkirin ku divê êrîşên dewleta Tirk a li ser gele Kurd demildest bi dawî bibin û bang li dezgehên çapemeniya navneteweyî hatin kirin ku li hember êrîşan bêdeng nemînin. Girse gihiştin yek cihê herî navdar, Qada Trafalgar a Londrayê, li vir mîtîngek hat lidarxistin. Bi hezaran çalakvanan qad tijî kirin, bi yek dengî dirûşmên “Dewleta Tirk a terorîst” û “Dawî li qetlîamên li Kurdistanê bînin” qîr kirin.

Di mîtînga ku li qada Trafalgarê hat lidarxistin de parlamenter Natalîe McBary, Kate Osamor, Seroka Partiya Keskan Natalîe Bennett, Dîrektorê Sendîkeya FBÛ, Matt Wrack, li ser navê organîzasyona yekgirtina li dijî faşîzmê Weyman Bennett, Stop the coalîtîon Lîndsey German, ji Sendîkaya RMT’ê Steve Hedley, Parêzvanê Mafê Mirovan Marargaret Owen, Peter Tachell, bavê şervanê YPG’ê Erîc Scûrfîeld Chrîs Scûrfîeld, ji yekgirtina xwendekarên Kurdên li Îngîltereyê Elîf Sarîcan, ji Roj Womenê Berfîn Kurban weke axaftvan jî di nav de, ji 30 axaftvanan zêdetir di mîtingê de ji girseyê re axivîn.

Hinek pankartên hatin hilgirtin wiha ne: “Şerê li hember Kurdan bi dawî bikin, bêdeng nemînin”, “Cihê ku zext lê hebin, şoreş erk e”, “Dewleta Tirk piştgiriya xwe ya ji bo DAÎŞ’ê bi dawî bike”, “Hewarê bibihîsin, êşkenceyê bibînin, rastiyê bêjin”, “Rêya ji bo aştiyê xwerêveberiya Demokratîk e”, “Ranewest, ji bo Kurdistanê bimeşe, dawî li qetlîaman bîne”, “Berxwedan jiyan e, bêdengbûn mirin e” û “ PKK’ê ji lîsteya xwe derbixîne”

Di navenda mîtîng de tevî baranê û teyrokê jî, girseyê heta dawîya mîtingê cihê xwe bernedan. Mîtîng bi yek dengî bi gotina Çerxa Şoreşê ve bi dawî bû.


Li Stockholmê çalakiya piştgiriya berxwedanê

Komîteya Swêdê ya PJAK’ê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û ji bo piştgirîdayîna ji xwerêveberiyên li Cizîr, Sûr, Silopiya, Hezex û navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê, li paytexta Swêd Stockholmê duh piştî nîvro mîtîngek lidar xist. Bi giranî Kurdistaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî mîtîngê bûn û Ereb û Îraniyan jî destek dan. Di çalakiyê de nûnerên KNK, PJAK, Meclîsa Jinên Kurd a Amara, rewşenbîrên Îranî û Ereb axivîn.  Di xwepêşandanê de bi qîrîna dirûşmeyan re berxwedanên Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin silavkirin û dewleta Tirk hat şermezarkirin. 


 LONDON/STOCKHOLM