Derhenêrê navdar ê Kurd Behman Qubadî di fîlma bi rêveberiya xwe û bi derhêneriya 8 zarokên penaber ên Kurd yê bi navê Flag Without Country (ala bê welat) de jiyana penaberên li ser sînora Rojava û Başûrê Kurdistanê vedibêje. Fîlm wê roja 29´ê Hezîranê ango roja çarşembê saet 20.30’an di galaya Kraliyeta Yekbûyî de li sînemaya Rich Mixê ku li Shoreditchê bê nîşandan.
Her weha festîvala fîlman East End her sal ji bo derhênerên ku fîlmên xwe yên yekemîn û duyemîn yê metrajdirêj û metrajkin çêkirine, pêşbirkekê li dar dixe. Fîlmê Tirkî yê Tolga Karaçelîk yê bi navê Sarmaşik (Lavlavk) di festîvala 2015´ê de tevlî wê pêşbirkê bûbû û xelat wergirtibû. Derhênerên fîlmên xelat wergirtî sala bê dikarin hin fîlmên ji welatê xwe ji bo di festîvalê de bên nîşandan diyar bike.
Tolga Karaçelîk her wiha di jûriya ku wê fîlmê baştirîn ê metraj dirêj hildibijêre de cîh digire, 5 fîlmên Tirkî ji bo tevlî nîşandanê amade kirin: 25 Hezîranê li Hackney Centralê- Baskin (Derhêner- Can Evrenol), 25 Hezîranê li Shoreditchê- Gîşe Memûrû (Derhênêr Tolga Karaçelîk), 2´ê Tîrmehê li Dalstonê, Mavî Dalga (Derhênêr- Zeynep Dadak, Merve Kayan), 28´ê Hezîranê li Dalstonê- Abluka (Derhênêr-Emîn Alper), 26´Hezîranê li Dalstonê- Ana Yurdu (Derhênêr- Senem Tuzun).
LONDON