Ji bo xelkê Kobanê û Şengalê yê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji cih û warên xwe bûyî, rojên Înê û Şemiyê li Mala Gel a li Londonê, pêşangeheke wêneyan hat organîzekirin.
Meclîsa Jinê ya Roj û Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê ji organîzatorên pêşangehê ne û dahatên ji pêşangehave wê bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ji xelkê Kobanê û Şengalê re bên şandin. Di pêşangehê de wêneyên wênevanên cuda yên li ser Kobanê, Pirsûs û Başûrê Kurdistanê cihê xwe digirin û xwedî naverokeke dewlemend e. Di pêşangehê de her wiha xebatên Derya Erkan û Pinar Kalayci jî hatin nîşandan.
Di beşa roja Şemiyê ya bernameyê de, bi rêya skype´ê bi yekîneya çapemeniyê ya Kobanê re bi awayekî zindî têkilî hat danîn. Çapemeniya Kobanê rewşa dawî ragihand û diyar kir ku li gundên derdorê hînê şerê dijwar diqewime.
Wênevanên di pêşangehê de wêneyên wan hatin nîşandan ev in: Aylîn Kizil, Firat Aygun, Gencer Yûrttaş, Lezgîn Kanî, Husamettîn Bahcecî, Refîk Tekîn, Tolga Sezgîn, Sanar Sen, Fatma Çelîk, Yasîn Akgul, Yûnûs Emre Aydin, Meltem Ay, Erem Kansoy, Gaîl Orensteîn û Aladdîn Sînayîç.
NAVENDA NÛÇEYAN