Bi boneya salvegera pêngava 15`ê Tebaxê, TEV-DEM`ê li Lubnanê şahiyeke bi beşdarbûna  Kurdistaniyên li wir dijîn, li dar xist. Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên şoreşa Rojava hate xemilandin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Elî Hemo pêngava 15`ê Tebaxê bibîranî û anî ziman ku guleya yekemîn a Fermandar Egîd avêt bû çirûska yekemîn a li dijî dewleta Tirk a faşist.

Hemo li ser taybetmendiyên Şehîd Egîd jî axifî û anî ziman ku Şehîd Egîd bi dil û aqilekî zane dihat naskirin û dikarî bû dil û aqilê gel bike yek.

Hemo di dawiya axeftina xwe de soz da şehîdên azadiyê ku li ser riya şehîd Egîd û hemû şehîdên şoreşa xebatên xwe bidomîne.

Di şahiyê de her wiha li ser navê Malbatên Şehîdan Cemal Hesen axivî û salvegera 33`yan a pêngava 15`ê Tebaxê li hemû gelê herêmê û têkoşeran pîroz kir û got “Şoreşa Rojava berdewama pêngava 15ʹê Tebaxê ye û şervanên YPG/YPJ`ê û QSD`ê ku bala hemû cîhanê kişandine ser xwe û li dijî terorê şerekî mezin dane meşandin. Ew têkoşer bingeha xwe ji tekoşîna 15ʹê Tebaxê digirin.

Di dawiya şahiya de, koma Welatê Rojê, Koma Zorevan a govendê û Koma Şehîd Bêrîtan bernameyên xwe pêşkêş kirin. Şahî bi stran û gerandina govendê bi dawî bû. 


 BEYRÛT