Li Lubnanê xwepêşander ji 17'ê Cotmehê ve li dijî karên ne li rê yên çîna siyasî bi daxwaza guhertina sîstemê çalakiyan dikin.

Yekşemê bi hezaran Lubnanî li paytext Beyrûdê daketin qadan. Di çalakiyan de li dijî Serokwezîrê ku îstifa kiriye Saad Harîrî slogan hatin gotin.

Harîrî li pêşberî tevgera gel di 29'ê Cotmehê de neçar mabû ku îstifa bike. Li parlemenê guftûgoyên li ser serokwezîrê nû paşve hate xistin 19ê Kanûnê. Çalakger red dikin ku Harîrî ji nû ve wezîfeya xwe dewam bike û dixwazin hikumetek ji teknokrat û serbixweyan bê avakirin.

Çalakger 60 roj in li dijî bêdengiya çîna siyasî ya li pêşberî daxwazên wan li qadan nerazîbûna xwe nîşan didin.

 

 ANF/BEYRÛD