Li Lubnanê namzeteke jin û Kurd
EKÎN ŞOREŞ
ANF/BEYRÛD
Li Lubnanê 6’ê Gulanê hilbijartin wê bê kirin. Kurdên ku statuyeke xwe nînin, yekemcar bi namzeteke Kurd di nava “Bloka Dengê Gel” de tevlî hilbijartinê dibin.
Li Lubnanê yekane gelê ku statuyeke xwe nîne Kurd e. Gelên din kêm jî be xwedî zemînekê ne ku karibin xwe îfade bikin. Nêzî 150 hezar Kurd li Lubnanê dijîn. Koçberiya destpêkê di navbera salên 1925-30’î de ji Mêrdînê bû. Kurdên ji Mêrdînê bi xurtî tevlî têkoşîna serxwebûnê ya Lubnanê bûn. Pêla destpêkê ya koçberiyê di navbera salên 1950-60’î de bû. Piştre ji ber bêkariyê û herî dawî ji ber şerê li Sûriyeyê Kurdan koçî Lubnanê kirin.
Di nava “Bloka Dengê Gel” de
6’ê Gulanê li Lubnanê hilbijartin heye. Namzeteke jin a Kurd cara yekemîn e tevlî hilbijartinê dibe. Di nava “Bloka Dengê Gel” de wê tevlî bibe. Di nava lîsteyê de gelek tevger, saziyên civakî yên sivîl û rêxistin hene. Qewmê Yekbûyî yê Sûriyeyê, Tevgera Bîtnan a Sûriyeyê, Tevgera Mûratbûtûn, Tevgera bîn Hasîp, Tevgera bîn Şebap û bi navê Komeleya Newrozê ya Çandî û Civakî Hannan Osman tevlî dibe. Ya ku encama hilbijartina li Lubnanê diyar dike, dînamîkên civakî û siyasî ne.
Wê bibe dengê Kurdan
Bloka Dengê Gel ku Hannan Osman di nav de cih digire, dixwaze hemû pirsgirêkên gel çareser bike. Hannan her wiha ji ber ku Kurd e, mijarên naskirina Kurdan di destûra bingehîn de, vekirina dibistanan ji bo parastina zimanê Kurdî wê bikevin rojevê.
Malbata Hannan Osman ji Mêrdînê ye. Malbata bavê wê di salên 1920’î de li Lubnanê bi cih bûne. Hema bêjin bûye xwecihiyê Lubnanê. Li Lubnanê ziman û wêjeya Ingilîz xwendiye. Mamostetî û tercûmanî kiriye. Tevî Serokatiya Komeleya Newrozê, her wiha endama Meclîsa Jinê ya Lubnanê ye.
Ev yek destpêk e
Hannan destnîşan dike ku tevlîbûna wê ya li hilbijartina ji bo Kurdên li Lubnanê bûye hêvî. Dibêje, ‘Em bi ser nekevin jî em bi ser ketine’. Dibêje ku bi avabûna blokê re civaka Kurd baştir hatiye naskirin û ev yek destpêk e.