Xwendekarên ku ev sala duyemîn perwerdeya bi zimanê dayika xwe dibinin, îro bi dawî kirin. Xwedekaran perwerdeya xwe ya dawiya salê bi dawî kirin. Bi boneya dawîkirina perwerdeyê şahiyek hate darxistin.
Şahî li gel Navenda Meclîsa Avaker a Êzîdiyên Şengalê pêk hat. Şahi bi deqeyek rêzgirtin li ser cangoriyên azadiyê destpêkir. Piştre sirûda Ezidîxan ji aliyê zarokan ve hate gotin. Zarokên ku helbest amade kirin ji hevalê xwe re xwendin.
Her wiha piştî helbestan bawernameyên zarokan li wan hate belavkirin. Zarokên ku pileya yekemin, duuemîn û sêyemîn di refên xwe de girtin hatin xelat kirin.
Piştî axaftinan şanoyên ku xwendekar û Navenda Çand Hûner amade kirî pêşkêş kirin. Şano li ser girîngiya perwerdeyê hate pêşkêşkirin. Di dawiya şahiyê de zarokan helbest û stranên xwe gotin.
9 dibistan hene
Bi giştî 9 dibistan hene, 35 mamoste 420 xwendekaran perwerde dikin. Dibistan ji refa 1 heya refa 4’an heye. Li dibistanê waneyên wekî; Zimanê Kurdî, birkarî, zanyarî, civak û jiyan, mûzik, werziş û wênesazî tê dayin. Her wiha refên 3-4 dersa olî ya ser baweriya Êzîdî dibinin. Her dibistanek li ser navê cangoriyek yê Êzîdî hatiye bi nav kirin.
ANF/ŞENGAL