
Li Mahabadê jina ciwan a bi navê Ferînaz Xosrowanî (26) ku li Otela Tara dixebitî ji bo ji tecawiza endamên rêxistina îstixbaratê ya Îranê Îtlaatê û midûrê hotelê Seyîd Murteza Haşîmî xwe xelas bike di 6’ê gulanêde xwe ji qata 4’an a otelê avêt.
Piştî bûyerê gel ji bo nerazîbûnên xwe bînin ziman li ser tora civakî rêxistin bûn û ji bo gel li ber hotelê kom bibin bangewazî hat kirin. Di demek kurt de gel li ber Hotela Tara kom bûn, çalakî li darxistin. Çalakvanan xwestin ku kesên bûn sedema mirina Xosrowanî bên dîtin û darizandin. Li ser vê yekê hêzên rejîma Îranê êrîşî çalakvanan kirin. Piştî êrîşa hêzên rejîmê 2 kesan jiyan xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn. Li ser vê yekê çalakvanan hotel dan ber agir.
Hat diyarkirin ku bajar dibin dorpêça hêzên rejîmê dene û li bajar rewşa awarte serwere. Her wiha hat zanîn ku li ser tora civakî hat ragihandin ku Seyîd Murteza Haşîmî yê Midûrê Otelê ye û ji Tebrîzê ye ku gel wî ji hewldana tecawiza li hember Xosrowanî berpirsyar dibîne piştî çalakiya gel ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.
Li aliyê din rayedarên Îranê li hemberî bûyerê bêdeng bûn lê piştî Hotela Tara hat şewitandin ofîsa fermî ya Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî daxuyaniyek da û xwest ku tavilê bûyer bê zelakirin. Hat ragihandin ku tevî bangên aramiyê yûn rayedarê Îranê gel çalakiyên xwe li kolanên Mahabatê bi bandortir kirin.
KJA: Rejîma Îranê hovîtî nîşan da
Kongreya Jinen Azad (KJA), têkildarî jina ciwan a Kurd Ferînaz Xosrowanî ya li Mahabada rojhilatê Kurdistan ku di otelekê de dixebitî û ji bo ku xwe ji tecawiza endamên Îtlaatê Rêxistina Îstîxbarata Îranê, rizgar bike, întihar kir, daxuyaniyek da.
KJA’yê destnîşan kir ku di civakan de û bi taybet jî di civakên erdnîgariya Rojhilata Navîn de şîdeta li ser jinê, qirkirin û polîtîkayên tunekirina jinê roj bi roj zêde dibin û ev tişt anîn ziman: “Tacîz, tecawiza ku roj bi roj zêdetir dibe, bi rejîma Îranê re careke din xwe bi awayekî herî hov nîşan daye. Polîtîkayên nemerd ên dewleta Îranê li ser bedena jinan dimeşîne, didomin. Her roj jinan recm dikin, darve dikin û hêrs û tirsa ku ji afirandina jiyanek li ser esasê jinê vedireşe.”
KJA’yê da zanîn ku divê hemû jin li dijî zîhniyeta mêr, di şexsê Ferînaz Xosrawanî de xwedî li rastiya jina berxwedêr derkevin, têkoşîna azadiya jinê bilind bikin û ev tişt ragihandin: “Di serî de jinên rojhilatê Kurdistanê û hemû jinên Kurd divê xwedî li Ferînaz Xosrawanî derkevin. Em wek jinên KJA’yê li dijî her cureyê feraseta ku berê xwe didin bedena jinê di berxwedanê ne. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî vê bûyera dij mirovane beşdarî çalakiyên protestoyî bibin.”
CENÎ rejîma Îranê lanet kir
Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî (CENÎ) der barê xwe întiharkirina Ferîza Xosrowan ku ji xwe ji tecawîza endamên îtlaatê rizgar bike dawî li jiyana xwe anî de, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Tevgerê di daxuyaniya xwe de êrîşa li dijî Xosrwanî lanet kir û ev tişt anîn ziman: “Çanda tecawizê ku vegotina mêtîngerî û talana sîstema baviksalariyê ya li ser bedena jinê ye, mixabin li Rojhilata Navîn ji aliyê endamên îstîxbarata rejîma dîktator a Îranê ve tê meşandin. Di vê bûyera mijara gotinê de mexdûr dîsa hem kurd hem jî jin e.”
Tevgerê di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kirin: “Êrîşên li hemberî rêxistinbûyîn û şoreşa jinê çiqasî zêde bibe, ewçend jî rêxistinbûyîna jinê xurt dibe. Ji xwe serhildana gel a li hemberî vê bûyerê, nîşaneya şênber a vê rastiyê ye. Ev jina kurd a bi rûmet a li dijî zîhniyeta mêr a serdest derket û serî netewand, divê em berxwedana wê mezintir bikin. Em bang li hemû jinên kurd dikin ku bi çalakiyan bûyerê protesto bikin.”
Her wiha Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowa-Viyan jî bi daxuyaniyekê rejîma Îranê lanet kir, berxwedana gelê Mihabadê silav kir û banga bilindkirina têkoşînê kir.
NAVENDA NÛÇEYAN
Banga çalakiyên protestoyî
Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) der barê întihara jina ciwan a Kurd Ferîza Xosrowanî, ku li bajarê Mahamad ê rojhilatê Kurdistanê li Otela Tara cihê lê dixebitî, ji bo ji tecawiza endamên îstîxbarata Îranê rizgar bibe xwe ji qatê 4'an avêt, daxuyaniyek da.
DBP’ê bibîrxistin ku êrîşên li hemberî nirx û gelê Kurd dewam dikin û ev tişt ragihandin: “Gelê Kurd li hemberî vê êrîşê mîna her carê bêdeng nemaye, nerazîbûna xwe nîşan daye. Ev êrîşa di şexsê Xosrowanî de li dijî rûmeta jin û gelê Kurd hat kirin, li Mahabadê veguherî raperînê. Ev raperîna mafdar ji aliyê esasî ve îsyana li hemberî zilm û komkujiyên bi dehan salan ên dewleta Îranê dike, serîhildana li zilma li gelê me tê kirin e."
DBP'ê ji bo xwedîderketina li berxwedana Xosrowanî û şermezarkirina polîtîkayê tecawizkar û qetlîamkar ên dewleta Îranê bang li gel kir ku li hemberî vê hovîtiyê tavilê helwestê nîşan bide û li qadan çalakiyên protestoyî lidar bixe. DBP’ê di daxuyaniyê de banga hişyarî û hestiyariyê li tevahiya gelan û raya giştî ya cîhanê kir.
AMED