‘Li vê malê bi kurdî neaxive’
Xwendekarê Zanîngeha Egeyê Yildiz ku ji navçeya Hênê ya Amedê ye, diyar kir ku piştî li dijî navçeya Çelê ku 24 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û erdheja li Wanê pêk hat, zextên li ser wan zêde bûn. Yildiz, anî ziman ku carekê ji bo dayika Serokwezîr Erdogan mewlûd hate dayîn û Efserê ku hat beşdarî mewlûdê bû ew hişyar kir û got ‘Li malê bi kurdî neaxive.’ Yildiz, da zanîn ku piştî erdhejê ji ber ku birayekî wî jî li Wanê bû li ser erdhjê axivîn û wiha got: „Di sohbetê de min got li wir dewlet alîkariya welatiyan nake û wan li ber çavan nagire. Wê demê bi hevre gotin ‘Tu çawa wisa dibêje. Ew mirovên bi bawerî ne.’ Piştî wê rojê nerîna hemû kesên li malê ya li hemberî min hate guhertin.“
Yildiz, destnîşan kir ku di 28’ê cotmehê de bi telefonê bi malbata xwe re bi zaravayê dimilî yê kurdî axivî û rastî lêdanê hatiye. Yildiz, da zanîn ku hêj bi telefonê diaxivî, xwendekarekî malê ew hişyar kir ji wî re got ‘Tu dê li vir bi tirkî biaxive! Zimanê vir tirkî ye. Yildiz, bilêv kir ku ji bo bûyer mezin nebe telefon girt û wiha axivî: „Xwendekar êrîşî min kir û ji min re got ‘Vî zimanê xwe yê kart kurt berdin. Hûn li kîjan çiya dijîn biçin li wir biaxevin. Hûn ji şaristanê fam nakin. Axa tirkan terk bikin biçin Iraqê’ Li ser vê yekê di navbera me de niqaş derket. Pişt re neheqî berdewam kir û xwest li min bide. Piştî ku ez çûm odeya xwe û ketin nava nivînê xwe heman kes dîsa hate odeyê û ji nişka ve êrîşî min kir û li min da. Pişta min diran kir û çû.“
Yildiz, destnîşan kir ku dixwazin kurdan ji ziman û çanda wî dûr bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: „Dixwazin kurdên ku ji çand û zimanê xwe şerm dikin ava bikin. Dixazin ku bîrdoziya senteza îslama turk pêş bixin. Dixwazin ku zarokên ji kurdbûna xwe şerm bikin ava bikin.“
FERHAT ÇELİK/ DÎHA/ÎZMÎR