HAWKAR MISTEFA / ROJNEWS / HELEBCE


Li hember çanda modernîteya kapîtalîst ku hemû çandên resen û kevnar lawaz dike û têk dibe, Hewramiyên Helebceyê dest dan hev û mala Siyaçemane ya çand û hunerê careke din vekirin. Ji bo parastina çand û hunerê xwe zend û bend badan. Hewramiyên Helebce her wiha daxwaza perwerdeya bi zaravayê Hewramî jî ji hikûmeta herêmê dikin.

Çalakvanên Hewremanê maleke çandê ya Siyaçemane ku di zaravayê Kurmancî de jê re tê gotin, dengbêjî her wiha lawik, vekirin. Destpêkê bi komeke govenda Hewremanê dest pê kirin. Lê ji ber pirsgirêkên aboriyê piştî demekê ev mala hunerî bêdem hate girtin. Piştî demeke dirêj, ev çend roj in, ev mala Siyaçemane careke din hate vekirin û dest bi xebatên xwe yên hunerî kir.

Yek ji berpirsên Mala Siyaçemane Sûbhan Feyrûz îşaret bi girîngî û armanca vekirina vê malê ji bo parastina çand û hunerê Hewremanê kir û got, ev mal ji bo xizmetkirina çand û hunerê Hewramanê ye.

 

Ne tenê dengbêjî

Mala Siyaçemane ya Hewramiyan ne tenê ji dengbêjiyê, ji çend beşên cuda yên hunerî û çandî pêk tê: Beşa rêveberiyê, ya arşîvê, ya ragihandinê, ya wêje, ya koma govendê. Rêveberê mala Siyaçemane, bi rêya van beşan hewl didin berhemên hunerî û çandî arşîv bikin.