Kongre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Lûdwîgshafenê pêk hat û bi sedan jin tevî kincên xwe yên neteweyî tevlî bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, Nûd Metîna axaftina vekirinê ya kongreyê kir.

Metîna got, “Divê em dilsoziya xwe ya bi şehîdên Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Sûrê re nîşan bidin” û destnîşan kir, ku xwedîderketina li têkoşîna Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Ûçar bi xwedîderketina li vîna jinê û xwerêveberiyan dibe.

Piştî axaftinan rapora li ser karê salekê hat xwendin û dûre Meclîsa ji 42 kesan hat hilbijartin.

Kongre bi qîrîna dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. 


 MANNHEÎM




Meclîsa Ciwanên Elewî ava kirin


Ciwanên Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), li bajarê Elmanya Hagenê li hev civiyan û Meclîsa Ciwanan a NRW a ji 10 kesan ava kirin.

Di civîna ku bi qasî 50 ciwan lê amade bûn de, bal hat kişandin ser xeteriya asîmîlasyonê ya li ser nirxên Elewiyan û hat gotin, “Faşîzma îro di şexsê AKP’ê de tê kirin, baweriya me mîna xeteriyeke mezin dibîne, lewma bi her rê û rêbazê re hewl dide siberoja me tarî bike.”

Beşdaran berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê jî silav kirin û gotin, “AKP, ji afirandina bloka demokratîk a gel û baweriyan, ji têkoşîna azadkirina nasnameya neteweyî ya Kurd û hemû nasnameyên baweriyan ditirse.”

Di civînê de hat ragihandin, ku di demeke AKP bi hemû hêza xwe êrîşî gelê Kurd dike de, pêwîste ciwanên Elewî zanibin kî ne, ji ku tên, bi dijminekî çawa re rû bi rû ne û bang li ciwanên Elewiyan hat kirin, ku xwe birêxistin bikin.

Di civînê de Veyîs Aydin û Rûkan Çatalgoz ji bo Hevserokatiya Meclîsê hatin hilbijartin. 


ANF/HAGEN  




Ji wekîlên Swêdî name


Paramentera Partiay Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh ku hefteya derbasbûyî li Amed û Sûrê lêkolîn û hevdîtin kir, piştî vegeriya Swêdê ji bo êrîşên li Bakurê Kurdistanê biqedin û hevdîtinên ji bo aştiyê ji nû ve destpê bikin, hin hevdîtin pêk anî.

Kakabaveh komkujî û şerê li Sûrê bi çavên xwe dît, di civîna Komîsyona Yekîtiya Ewropayê de xist rojevê û ji Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven ê di civînê de amade bû xwest, ji bo qedandina komkujiyên li hemberî gelê Kurd bikeve nava hewldanan.

Kakabaveh di heman demê de ji bo pêşî li komkujiyeke nû ya li Sûre were girtin, kampanyayeke îmzeyan da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de nameyek ji aliyê 20 parlamenterên ji 7 partiyên siyasî ve hat morkirin, ji Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû re hat şandin. 

Parlamenteran bang li dewleta Tirk kirin ku dawî li êrîşên xwe yên leşkerî bîne û di bin çavdêriya aliyekî sêyemîn de li muzakereyên aştiyê vegere. 

STOCKHOLM