Li Marsê madeyên organîk
Ajansa fezayê ya Emerîkayê NASA´yê ku li Marsê bi pey şopa jiyanê ketiye, li gerstêrka sor, madeya herî kompleks tespît kir.
Li gorî lêkolîneke di kovara Scîence de, amûra Curiosity ya Marsê di berbelavbûna metanê de têkildarî guherîna demsalan delîl dîtin. NASA’yê diyar kir ev gaza ku nîşaneya hebûna biyolojik e, ji gerstêrkê bixwe tê. Metan li tebeqeyên qeşayê yên li bin rûzemînê dikare were stokkirin.
Li nav kratera Galeyê ku tê gotin berê golek bûye, li zemîna çiyayê Sharpê, bi kûrahiya 5 santîman, ji latên 3,5 milyar salî eşantiyonên madeyên organîk hatin bidestxistin.
Yek ji nivîskarê sereke yê lêkolînê yê ku li navenda Goddardê ya NASA’yê dixebite, astrobiyolojîst Jennîfer Eîgenbrode got, “Ev pêşketineke berbiçav e, ji ber ku, ev nîşan dide ku madeya organîk li derdora herî dijwar a Marsê jî tê parastin.”
Eigenbrode got, “Ji bo şopa jiyanê dibe ku em tiştekî baştir bibînin.”
Hîmê jiyanê ne
2012’an amûra Curîosîty ku çûbû gerstêrka sor, 2014’an kêm jî be madeyeke organîk keşf kiribû. Sanheev Gupta ku li Koleja Emperyal a Londrayê profesor zanînên cîhanê ye û her wiha hevnivîskarê lêkolînê ye, got, “Ev lêkolîn pêkhateyên kompleks ku di nav tortê de hatî keşfkirin, bi berfirehtir nîşan dide. Ev nayê maneya ku jiyan heye lê pêkhateyên organîk hîmê jiyanê ne.”
Gupta got, eşantiyonên madeyên organîk, dibe ku ji meteorekê an jî karbon, kevirê kîlî yê reş an jî ji formasyonên jeolojîk ên hevnirxê wê yan jî ji têşeyekî jiyanê hatibe. Gupta li ser kratera Galeyê got, “Heke li ser Marsê bûbe, ji bo jiyanê cihê herî guncan e.“
NAVENDA NÛÇEYAN