Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ciwanan şevek lidar xistin. Komîsyona Ciwanan a Şehîd Çekdar, li bajarê Marsîlyayê şevek organîze kir. Di şevê de sînevîzyonek li ser Berxwedana Bakur hat nîşandan. Endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê Kemal Guler li vir axivî û bang li her kesî kir ku têkoşînê mezin bike. Di şevê de hunermendên ser bi Meclîsa Çandê ya TEV-ÇAND’ê ya Marsîlyayê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
MARSÎLYA