Ji Partiya NEOS’ê Nîkolaûs Scherak, ji Partiya Gel a Awûstûryayê OVP’ê parlementer û parêzvana mafên mirovan Elîsabeth Pfûrtscheller, ji Partiya Sosyal Demokrat SPO’yê Serokwekîlê Komê Andreas Schîeder û ji Partiya Keskan Berîvan Aslan beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê Konseya Kurd a Awûstûryayê jî Şîlan Kayan axivî. Piştî Kayan têkildarî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’ê agahî dan, Serokwekîlê Koma SOP’ê Andreas Schîeder axivî. Schîeder destnîşan kir ku, tiştên li Tirkiyeyê diqewimin bes li Tirkiyeyê nabin cihê şik û gumanan, di heman demê de bi binpêkirina demokrasiyê şik û gumanên ên li derveyî sînor jî zêde dikin.
Ji Partiya Keskan Berîvan Aslan jî wiha pirsî “Ji bo mudaxeleya Tirkiyeyê, ma divê heta kengî demokrasî û mafên mirovan binpê bike” û bang li hêzên siyasî kir ku demildest tevbigerin.
Parlementera Partiya Gel a Awûstûryayê OVP’ê parlementer û parêzvana mafên mirovan Elîsabeth Pfûrtscheller jî diyar kir ku, ew ê tiştên li Tirkiyeyê pêk tên asayî nabînin û got, bi taybetî pêkûtiyên li dijî Kurdan nayên paşguhkirin.
Ji Partiya NEOS’ê Nîkolaûs Scherak jî got, şibandina Wezîrê Karên Derve yê Luksembûrgê Jean Asselborn ku Tirkiyeyê şibandibû hikûmeta Naziyan tam di cih de ye. Her wiha Scherak bang li Parlementoya Ewropayê kir ku gavê bavêje.
VIYANA