Meclîsa Jin a Nûrcan ku li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê xebatan dike, kongreya xwe 3’an pêk anî. Piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û Jinê civînê dest pê kir. Di civînê de li ser êrîşa çeteyên bi desteka Tirkiyê û PDK’ê, tiştên ku di referandûmê de ji bo ‘na’yê werin kirin û tundiya li ser jinê axaftin hatin kirin. Di kongreyê de li ser xebatên qada jinê ya têkildarî Ewropa hate axaftin. Piştre 3 berdevk hatin diyarkirin û ji 33 kesan meclîsa nû ava bû. Her wiha Heyva Sor a Kurdistanê ji bo xebatên Meclîsa Jin a Nûrcan plakêt da. 


LEVERKUSEN