Li meclîsê ketin grevê
Grevên birçîbûnê li tevahiya Tirkiyeyê û Kurdistanê belav dibin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî di nav de 10 wekîlên HDP’ê li Meclîsê piştî komcivîna partiya xwe 2 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin. HDP’ê giştîname ji hemû rêxistinên xwe re şand ku 3 rojan dest bi çalakiyên greva birçîbûnê bikin.
Hevseroka KCD´ê û Parlamentera HDP´ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 27 roj in ku di greva birçîbûnê ya bêdem de ye. Ji bo piştgiriyê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyê jî çalakiyên grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Li Mêrsînê li dijî tecrîdê û bo piştgiriya Guven 10 endam û rêveberên partiyê di çalakiyê de bûn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. HDP bi bayê beze bersiva binçavkirinan da.
Li hemû bajaran serferberî
HDP´ê biryar da, ku li dijî binçavkirina endam û rêveberên xwe çalakiya greva birçîbûnê belav bike û bi vî awayî bersivê bide.
Di vê çarçoveyê de li gorî plansaziyê di qonaxa ewil de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî di nav de 10 wekîlên HDP’ê wê li Meclîsê piştî komcivîna partiya xwe 2 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. HDP’ê giştîname ji hemû rêxistinên xwe re şandin da ku 3 rojan dest bi çalakiyên greva birçîbûnê bikin. Rêxistinên bajaran ên amadekariyên xwe bi dawî kirî, doh dest bi çalakiyan kir. Wekî din li hemû bajaran Parlamenter û bijartî jî di nav de wê bi beşdariya sedan kesî çalakiyên greva birçîbûnê dewam bikin.
ENQERE