Meclîsa Jinê DEST-DAN a li Berlînê kongreya xwe ya 6. a asayî li dar xist. li Braûnschweîgê jî damezrandina Komuna Jinê ya Şehîd Zozan Cûdî hat ragihandin. 

Meclîsa Jinê ya DEST-DAN 6. kongreya xwe ya asayî ya li paytexta Elmanya Berlînê, li salona civînê ya NAV-DEM’ê li dar xist.

Kongreya ku bi beşdariya 100 delegeyî pêk hat, di şexsê Delal Amed û Azê Malazgîrt de diyarî şehîdên têkoşîna azadiyê hate kirin.

Kongreyê saet saet 13:00´an dest pê kir û peyama Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E) hate xwendin.

Piştre rapora li ser karê salekê yê Meclîsa Jinê ya DEST-DAN hate nirxandin.

Delegeyan dan xuyakirin ku divê meclîsa jinê wê giraniyê bide ser karên civakî û di vî warî de kêmasiyan rûdaye.

Di dawiya kongreyê de 59 endamên meclîsê û rêveberiyek ji 3 kesan hate hilbijartin. Meclîsa Jinê li gel karên xwe yên bi komîsyonên rêxistinbûn, karên derve, jin û ciwan, civakî, çand û huner, pewerde, PYD û Rojhilat wê nûnerên xwe bişîne nava Meclîsa Jinê ya Êzîdî û Civaka Îslamî ya Kurdistanê û li van waran jî bixebite.

Di kongreyê de Yeter Polat a par ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin hat bibîranîn. 

Delegeyan destnîşan kirin ku divê ew li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeleka azadiyê ava bikin.


Komuna Jinê ya Şehîd Zozan

Li bajarê Elmanyayê Braûnschweigê, jinên Kurdistanî li avahiya Die Linke civiyan û Komuna Jinê ya Şehîd Zozan Cûdî ragihandin.

Di civînê de ku bi rêzgirtinê dest pê kir, bal hate kişandinî ser rola pêşengiyê ya jinan di têkoşîna azadiyê de. Piştî axaftinan 13 kes ji bo komîsyonên rêxistinbûn, karên derve, çapemenî, çand, malbatên şehîdan û Kurdistanê hatin hilbijartin.

Evîn Meryem Çakir, Şehrîban Sozen û Leyla Mohamad ji bo berdevkiya Komuna Jinê ya Şehîd Zozan Cûdî hatin hilbijartin.

Civîn piştî sondxwarinê bi gotina dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” qediya. 


NAVENDA NÛÇEYAN