
Li navenda navçeya Mêrdînê Artûklûyê, di çalakiya sabotajê de ya li dijî otobuseke ji leşkerên payebilind ên Rêxistina Îstîxbarata Jendermeyan a ji berê ve hat tespîtkirin, 8 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, ragihand ku li hemberî tecrîda şidandî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî hewldanên komkujiyê yên li hemberî berxwedana gelê Nisêbîn û Dêrikê, hêzên gerîla çalakiyek lidar xist.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 2'ê Kanûnê saet di 17:45'an de, li nêzî taxa Meydanbaşi ya li navenda navçeya Mêrdînê Artûklûyê, di dema derbasbûna otobuseke ji leşkerên payebilind ên Rêxistina Îstîxbarata Jendermeyan de ya berê hatibû tespîtkirin, hêzên me yên gerîla çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi gelek ambûlansan rakirin nexweşxaneyê û nexweşxane dorpêç kir. Tîma me ya gerîla ya çalakî pêk anî, bi awayekî serketî vegeriya baregehên xwe."
Li Girê Şehîd Zerdeşt jî çalekî
HPG'ê her wiha ragihand ku roja 4'ê Kanûnê saet di navbera 01:00-04:00 de balafirên keşfê li ser herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyan.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 4'ê Tebaxê saet di navbera 09:00-09:30 de, li hemberî artêşa TC a li dora Girê Şehîd Zerdeşt ê li herêma Oremarê, çalakiyek hat lidarxistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran li vê derê nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt derdorê."
ANF/BEHDÎNAN
Li Geverê tevgera eskerî
Bi dehan wesayîtên zirxî yên leşkerî ber bi Geverê ve hatin veguhastin.
Ber bi navçeya Colemêrgê Geverê ve, careke din hêza leşkerî hat veguhastin. Tevî jammerên sînyalan dişikînin û wesayîtên zirxî yên polîsan, karwanê ji dehan wesayîtên zirxî yên bi tîpa kîrpî ketin navenda navçeyê.
Hin ciwanan qeşa û kevir avêtin wesayîtên leşkerî. Piştî ku konvoya ji wesayîtên leşkerî ket hundirê Fermandariya Alaya Navçeyê, wesayîtên polîsan jî ji nava navçeyê vekişiyan.
COLEMÊRG