Li pey wan jî komûna me ya Şehîd Mordem ket rê. Li pey me jî komûna sêyemîn an go Komûna Şehîd Berxwedan rê girt. Komûnên din jî li gor numroyên xwe dan pey hev.
Riya me dirêj bû. Dinya sar bû. Bayê kur ji pêş ve li dev û singê me dixist. Em hemû xam bûn. Lingê me ji ber meşa roja pêşî teqiya bûn. Lê  daxwaz, moral û vîna me pirr xurt bû. Herkes bi biyar bû ku bimeşe. Digotin; ‘Riya me çiqas dirêj be bila be, emê bimeşîn. 
Sazaxa Gola Lemanê ne dihat kişandin. Lê halan û durişman em qamçî dikirin. Wê rojê yên zêdetirîn moral dan me an jî didan me du heval ∫ûn. Di destpêka meşê de û piştî behndanê Serokê KON-KURD’ê Îsmet Kem di komûna me de bû, bi rûyê xwe yê biken, bi zarê xwe yê şîrin li rewş û halê me dipirsî, gopalên xwe digirt û dida pêşiya me û bi hezaran metro bi me re dimeşîya. Vê hewl û helwesta wî modal û cesareteke pir bilind dida me.
Di rê de Hozan Şemdîn her çiqas çend komûnan ji me dûr bû jî, dengê wî weke qulingê Serhedê di ser me de dihat û diqingan. Li cihê bêhndanan ala xwe hildida ser milê xwe û diket serê govendê, mirov digot ev kes qet nemeşiyaye. Bi enerjiyeke bêpîvan goven digerand. Li dora xwe bi dehan meşvan dicivand û xelekên govendê fireh dikir, moral dida meşvanan.
Lê rewşa Komûna Şehîd Mordem bi rastî cihê bû. Ji endamên komûnê Alî Yigit bi dengê xwe yê zelal ê xweşik, bi repertura xwe ya heta bê dewlemend geh stranên govendê, geh stranên şoreşê, geh stranên gelerî û evînê ^ugeh stranên dengbêjî rewşeke pir bican û rengîn dida komûne.
Komûna me konûneke pir bir reng û deng bû. Ji her cure pîşeyî, ji her saziyê, ji her herêm û beşên welêt kes hebûn. Ji Instîtût a Kurdî ez û Mîrhem Yigît, ji Civaka Îslamiya Kurdistan Mele Şafî û Harûn Sever, ji KNK Alî Yigît ji KON-KURD’ê Îsmet Kem hebû. Di nav me de hevalê tenduristiya wî nebaş yek jê Îsmet Kem bû bi alîkariya gopalan dimeşiya, yê din Harûn Sever bû; dilê wî jî bi alîkariya pîlê dixebitî.
Di vê meşa bi meşeqat de, gelek bûyer û qewimînên rengîn jî derbas bûn. Hin ji wan: Hecî Ahmedî pir zêde li erebê siwar dibe. Zubeyhir Aydar jê dipirse û dibêje, „Mamoste, tu çima hevqas pirr li eseberê siwar dibî?“ Hecî Ahmedî dibêje, „Bi xwedê siwariya erebê pirr xweş e, ji ber wê ez jî pir lê siwar dibim“
Dîsa di rê de hevalek bi henekî dibêje: „Yaho va Kurdîtî ji kû hat?“ Ev gotin çû guhên Mîrhem Yigît. Mîrhem berê xwe da Mele Şafî, her dû destê xwe rakir hewa û qîriya û got: „Hezar carî ji xwedê re şikur ku wî ez wek Kurdekî afirandime!“ û domand, „Sed hezar carî ji xwedê re şukur ku wî ez afirandime û piştre jî kirime PKK’î!“ Di wê seqem û sermayê de herkesî lexpikên xwe deranîn û jê re li çepikan xistin.
Piştî meşa 36 km em bi êvarê re hatin Morgens’ê. Li vir li avahiya dêra Evangilischan (Protestanan) cih hatibû girtin. Diviyabû me li wir şeva xwe biboranda. Lê me hê baholên xwe nû ji erebê girtibûn, welatparêzekî em girtin kirin mêvan.
Em çar heval bi lingên xwe yên teqiyayî yên kulek li ereba wî siwar bûn û çûn mala wî. Piştî xwarin, veqwarin û xweşû;tinê, Hasan Huseyin Deniz bi derziyê lingê min, yê Xalitê Ezîz û yê Ahmat Karahan (Zaza) yên avgirtî der kirin, derman kirin û bi bendan pêçan. Ji bo ku em meşa dora rojê serkeftî bidomînin hêna saet 22:00’an de ketin xewê.

 FEYZÎ OZMEN/ MULHOUSE