Piştre wesayîtek tê em dibe eniya başûrrojava, ku fermandar Peyman û şervanên YPJ'ê lê ne. Pevçûnên li vê eniyê, li nava bajêr rû didin û xanî veguherîne mewziyan. Dema em dikevin qada mewziyên şervanên YPJ'ê lê ne, fîgurekî jinê yê bi heriyê li dîwarê xaniyekî hatiye çêkirin, bala me dikşîne. Dema em li vê dipirsin, şervana jinê Zinarîn Zagros a me pêşwazî dike dibêje, "Ev der herêma şervanên jin e, lewma me ev çêkirin." Zagros me dibe mewziya ku ji fermandarên YPJ'ê Viyan Peyman û komek ji şervanên YPJ'ê lê ne. Dema em xwe digihînin mewziyê, topeka hawanê li kêleka me dikeve.

Hêza xwe ji dilsoziyê digirin

Piştî çay şervan vedigerin çeperên xwe. Zinarîn Zagros radihêje çeka xwe ya BKC û derbasî mewziyê dibe. Zinarîn dibêje ew ji çeka xwe gelekî hez dike, ji ber ku di parastina Kobanê de BKC gelekî alîkarî kiriye û dibêje, "Ez gelekî bi çeka xwe girêdayî me. Bi qasî ku li çeka xwe miqate me, li xwe ne miqate me."
Zinarîn Zagros da xuyakirin, ku ji ber bi hevalên xwe yên jin li heman mewziyê şer dike, gelekî hêzê digire û dibêje, "Weke şervanên jin dilsoziya me ya bi hev re, hezkirina me ya ji hev, dibe sedem ku di dema şer de derbên giran li dijmin bikeve." Zinarîn Zagros dibêje, "Çeka min a yekemîn BKC, ya duyemîn jî tilîlî ye..."

Di nava şer de xabatên perwerdeyê

Zinarîn Zagros bibîr dixîne ku mewzî bi tenê qada şer nîne û dibêje, "Em li vir xebatên perwerdeyê jî dimeşînin. Çalakiyên moralê jî lidar dixin. Li mewziyên xwe bi dorvegerî em dimînin. Bêhnvedan ji bo me ne tenê razan e.“
Ji vê mewziyê em derbasî mewziyeke din a YPJ'ê dibin. Li vê mewziyê fermandar Viyan Peyman, ji şervanan re kar û barên di nava rojê de divê werin kirin, vedibêje. Di vê kêliyê de topeke hawanê li mewziya em lê ne dikeve. Ji nişka ve her kes xwe li erdê dirêj dike. Lê her kes hay ji xwe heye, dizane wê çi bike, panîk nîne. Li hemberî êrîşa duyemîn a topa hawanê, bi awayekî rêk û pêk cih tê guhertin. Kes birîndar nebûye. Piştî guhertina cih, ken destpê dike. Her kes di nava toz dûxanê de bi hev dikene.
Em ji wir derbasî mewziyeke din dibin. Em li dora sobeyekê rûdinên. Şervanên YPJ'ê li vir roja bihurî dinirxînin. Di heman demê de du şervan jî xwarinê amade dikin.Li dû xwarinê, agahî tê ku tevgereke DAIŞ'ê heye. Yekser derbasî mewziyan dibin. Ji nişka ve her kes cidî dibe û ji cîhazên ragihandinê hişyarî tên kirin.
Em derbasî mewziya segvana YPJ'yî ya bi navê Arjîn Ararat dibin. Arjîn endamên DAIŞ'ê yên ji dûr ve tên xuyakirin, nîşan dide. Diyar dike ku du barbar hewl didin ji dûr ve xwe berdin nav û dibêje; "Min îro danê sibê tekmîla sê miriyên endamên çete da. Ez ê kêliyeke din tekmîla ya pêncan bidim." Ji xwe gelekî bawer e. Dixwaze em xwe vekişînin, du caran çekê diteqîne, li me vedigere û dibêje, "Ez êdî dikarim tekmîla xwe ya pêncemîn a îro bidim."

Her mevzî komuneke

Em ji vê nuqteyê derdikevin û xwe digihînin mewziyeke din a li derveyî bajêr. Li vir du şervanên jin li gel çend şervanên mêr li dora agir rûniştine. Me bi rûkenî pêşwazî û silav dikin. Derdor asayî ye, pevçûnek nîne. Dibêjin ku di van saetan de bi taybetî li eniya rojhilat zêde pevçûn nîne. 
Ji şervanên YPJ'ê Hêvîdar Serhad dibêje, "Li mewziyên me bi tenê qadên şer û pevçûnan nînin. Qadên me yên jiyanê ne. Me her mewzî veguherandin komunekê. Em li vir bi tenê şer nakin. Em rêbaza şer û jiyaneke nû li van mewziyan birêxistin dikin."
Li cihekî nêzî mewziyan, ji bo bêhnvedanê kon jî hatine vedan. Ji şervanan Jiyanda Bilbêz dibêje, "Li van konan bêguman em bi tenê bêhnê venadin. Sohbet tên kirin, em çalakiyên moralê lidar dixin."
Bi çûyîna ava ya rojê re, li nuqteyên mewziyên YPJ'ê agirê gerîla yê şervanan pê xistine, geş dibe. Şervanên nobeda mewziyê digirin li cihê xwe bicih bûne, yên mayî jî li dora agir dicivin û dest bi sohbetê dikin.

Şervanên YPJ'ê dibêjin ku bi tarîtiyê re pevçûn wê destpê bikin û ji me dixwazin ku em êdî biçin. Dema em ji wir diçin ji dengê şervaneke YPJ'ê strana "Rêwiyên Azadiyê" bilind dibe...

SEDAT SÛR/ANF/KOBANÊ