Di mewlûdê de Endamê Koordînasyona Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê Ferhad Mêrdîn têkildarî Şoreşa Rojavayê Kurdistan got, “Êdî tu hêz nikare pêşiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bigire.”
Mewlûda ku bi tevlîbûneke zêde ya gelê wargehê pêk hat, bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan destpê kir. Di mewlûdê de Endamê Koordînasyona Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê Ferhad Mêrdîn têkildarî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê got ku, ew ê bi her awayî xwedî li şehîd û destketiyên Rojavayê Kurdistanê derkevin û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Di roja me ya îro de eger gelê Kurd xwedî ronîbûneyekê ye bi saya van şehîdan e. Di roja me ya îro de, em bi saya şehîdên xwe hatin naskirin û dîroka me ji nû ve hat nivîsandin. Eger şehîdên gelê Kurd tune bana me nekarîbû behsa hebûna gelê Kurd jî bikin.”
Mêrdîn di dawiya  axaftina xwe de  destnîşan kir ku, pêwîste gelê Kurd tu carî dest ji têkoşîna ku cangoriyên Kurdistan pêş xistiye bernedin û got, “Her ku em gavekê ber bi azadiyê ve diçin dijminê gelê Kurd bi hêrs dibe û dixwaze darên ku bi xwîna şehîdan hatine avdan hişk bikin, lê bila baş zanibin ku, heya gelê Kurd hebe wê têkoşîn berdewam be. Her wiha serketina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê serketina her çar parçeyên Kurdistanê ye û divê hemû Kurd li dora Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bibin çeper.”
Piştî axaftina Mêrdîn sînevîzyona ku di derbarê têkoşerên rojavayê Kurdistanê de hatibû amadekirin hat pêşkêşkirin û şûnde xwarina fitarê hat dayîn.


MEXMÛR