Li Navenda Komalên Ciwan a Wargeha Şehîd Rustem bi beşdariya dehan kesan greva birçîbûnê hat bidawîkirin. Di çalakiyê de ji bo kesên di têkoşina aşti û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dabûn deqîqeyek rêz hate girtin. Çalakî bi daxuyaniyekê hate bi dawîkirin. Alîkarê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kacan daxuyanî xwend. Kaçan, berî daxuyaniyê bike, Omer Koç ku bi armanca şermezarkirina 15’ê Sibatê bedena xwe dabû ber agir bi bîr anî û soza têkoşînê da. Kaçan, dikişîne ser polîtîkayên tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê û wiha tê got: “Weke gelê me û tevayî raya giştî dizane, me sala 13’emîn a komployê li pey xwe hişt û em ketin sala 14’emîn a komployê. Em baş dizanin ku di kesayeta Rêberê gelê Kurd de li ser tevayî gelê me yê têkoşer binçavkirin, çewisandin, qirkirin û pêkanînên dij-mirovatiyê di asta herî jor de didomin. Dijminê gelê Kurd û hevalbendên wan piştî dîlgirtina Rêber Apo ji ber negihiştin armancên xwe û her ku çû Tevgera Azadiyê mezintir û bilindtir bû, vê carê jî bi hemû hewldan û êrîşên xwe dixwazin Tevgera Azadiyê û destketiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin ji holê rakin.”
Kaçan, bal kişand ser maf û têkoşîna gelê Kurd û wiha pêde çû: “Ji bo parastina mafên bi ked û xebateke mezin hatine bidestxistin heya niha me berdêlên mezin dane û em ji vir û şûnde jî amade ne ku berdêlên tê xwestin bidin. Ji ber vê jî em ê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo heya ku encam bigirin bidomînin. Ji vir û şûn de yekane armanca me ya tevahiya gelê Kurd, wê azadiya Rêber Apo be û em ê sala 2012’an bikin sala azadî û serketinê. Çawa li Kurdistanê û li derveyî welat gelê Kurd biryara di meha sibatê de pêşxistina çalakiyên greva birçîbûnê dabû"
Çalakiya di 16 Sibatê de bi dirûşma “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Gelê Kurd re Statuya Siyasî” hatibû destpêkirin, piştî 20 rojan bi dawuyaniye bi dawî bû. Daxuyanî bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo” , “Azadiya Rêber Apo tê wateya pêşketina aştiyê” û “Bijî Têkoşîna Azadiyê” bi dawî bû. 

DÎHA/MEXMÛR