20 ciwanên ji kampa penaberan a Mexmûrê bi awayeke girseyî çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê dewr girt. Fadîle Tok şehîdên berxwedana Xweseriya Demokratîk a Bakurê Kurdistanê bi bîr anîn û ji bo têkbirina komployê bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir da ku dagirkeriya dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê di hilbijartinan de derb bikin û tarîtiya Sibatê bi dirînin.
16’ê Kanûna 2018’an li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger li Mexmûrê dest pê kiribû. Endama Kordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîle Tok jî ev 21 roj in di greva biçrîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye. Doh koma 19´an a ji 20 ciwanên Mexmûrê, çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin.
Derbê li dagirkeriyê bixin
Fadîle Tok bi navê çalakgeran axivî, şehîdên berxwedana Cizîrê bi bîr anîn û got, “Mehmed Tunc digot, heger di vê oxirê de serê me jî biçe, em ê çong li ber dewleta Tirk daneynin. Ev gotinên Mehmed Tunc hîna di guhê me de ne û em ji bîr nakin. Berxwedana Mehmed Tuncan, Sêvê û Asyayan gelê Kurd xurttir kir.
Banga min ji bo Bakurê Kurdistanê ye, pêwîst e em vê meha reş li ser xwe bavêjin û Adarê wisa pêşwazî bikin. Çawa Kawayê Hesinkar Dehak têk bir û çiraya azadiyê pêxist, pêwîst e em jî tarîtiya Sibatê biçirînin. Divê em jî di hilbijartinên li pêş me de dagirkeriya wan a li Kurdistanê têk bibin.”
Piştî axaftina Fadîle Tok çalakgeran bi dirûşmên “Bijî Rêber Apo”, “Bijî Berxwedana Zîndanan” û “Bê Serok jiyan nabe” çalakî dewr girt.
Ji 20 çalakgerên greva birçîbûnê 11 jê jin in.
ROJNEWS / MEXMÛR