
Li Mexmûrê Mîhrîcana 4´ê Nîsanê bi vekirina Akademiya Çand, Ziman û Perwerdê ya Şehîd Ferhat Kurtay bi tevlêbûnek zêde dest pê kir. Bi hezaran kes tevlî merasîma vekirinê ya mîhrîcanê bû.
Di destpêka vekirina Akademiyê de bi hezaran xwendekarên dibistanan ber bi akademiyê ve bi sloganên "Bijî Serok Apo", "Kesek Nikare Roja Me Tarî ke" meşiyan. Piştî meşê bi merasîmekê ´Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay´ hate vekirin.
Di merasîmê de Kurtay hate bîranîn
Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Gel Delîl Çirav axivî. Çirav di axaftinên xwe de balkişand ser kesayeta Ferhat Kurtay û wiha got: " Ferhat Kurtay di demên herî zehmet de girîngî da zimanê kurdî û çanda kurdî. Ji bo wê em îro akademiyek li ser navê wî vedikin." Çirav balkişand ser wateya xebatên akademiyê û wiha berdewam kir: "Rêberê gelê Kurd gelek girîngî dide akademiyan. Ji ber ku Akademî cihê zanisteye. Zanist ji bo me hemûyan pêwist e. Em di vê baweriyê de ne ku ev Akademî bi her awayî di wargeha me de roleke girîng bilîze."
Paşê Serokê Şaredariyê Ehmed Ozer, Endamê Meclîsa Gel Delîl Çirav, li ser navê Dayikên Şehîdan Mercan Urek bi hev re qurdeleya vekirina akademiyê qut kirin.
Bi hezaran çûn serdanê
Piştî merasîma vekirinê, bi hezaran kesên li wargehê çûn serdanê. Di akademiyê de wêne, helbest û hunerên destan ên ku dibistan amadekiribûn bal kişandin. Dîsa wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên bi gel re, Weneyên kesên di tekoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin danîn. Di heman demê de helbest û wêneyên ku ji aliyê xendekaran de hatibûn amadekirin jî hatin nîşandan.
Di mîhrîcanê de pêşbirk pêk hatin
Piştî Vekirina Akademiyê di navbera xwendekarên dibistanên seretayî dibistanê Şehîd Mehmed Karasungur, Şehîd Salih Kandal û Şehîd Nûrî Dêrsîmî pêşbirkên zanîstê destpê kir. Mîhrîcan wê bi pêşbirkên cur bi cur berdewam bike.
DÎHA/MEXMÛR