Li Wargeha penaberan a Şehîd Rustem mîhrîcan di roja sêyemîn de li Qada TEV-ÇAND a wargehê bi koroya xwendekarên seretayî ku derketin ser dike, sirûda neteweyî û bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê dest pê kir.   Xwendekarên dibistana Şehîd Mihemed Karasungur helbestên xwe yên ji Rêberê Gelê Kurd nivîsandibûn xwendin.  Ji bo giringî û wateya rojê mamosta Sedîq Kara daxuyakirin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd şiyarbûna gelê Kurde û wiha berdewam kir: “Her çiqas Serokatî ne navmede ye jî, em doz û têkoşîna rêberê xwe ya ji bo me nîşan kiriye de dimeşin. Em wek gelê wargehê çiqasî têkoşina xwe bilind bikin, ewqasî em ê zû bigihin serketinê.”

Kara herî dawî got, “Gelê Kurd ê îro berbi Amara dimeşin silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin. Paşê xwendekarên dibistana dayikê helbestên xwe xwendin. Mîhrîcan bi pêşbirka dibistanê seretayî ya xort û keçan a telîsan hat berdewamkirin. Piştre dilanên her çar dibistanên seretayî hatin temaşekirin. Mihrican piştî nivro bibernameya xwe ya dewlemend didome.

DÎHA/MEXMÛR