Mîhrîcana Çand û Sporê ya wargeha penaberan a Şehîd Rustem ku her sal bi armanca rojbûna Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ji aliyê Dibistan û Meclisa Îştar ve tê li darxistin, îsal ji bi heyecanek mezin destpêkir. Bi hezaran xwendevan îro bi alên ku li ser wêneyê rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan wergirtin û çûn dibistanên xwe û ji wir ji ber bi saha mezin ve meşiyan. Li wê derê xwendevanan bênavber dirûşm berz kirin. Bi deqeyek rêz girtin li ser giyanê şehîdan Mihrcanê destpêkir.
Dê mîhrîcan sê rojan bidome
Piştî wê xwendevanan dîsa bênavber dirûşm berz kirin û ber bi pêşengeha wêneyan ve çûn. Destpêkirina mihricanê bi Pêşengeha Wêneyan destpêkir. Pêşengeh ji aliyê mamosta, dayîk û xwendevanan ve hat vekirin.
Gel berê xwe da pêşengehê. Mîhrîcan wê sê rojan bidome. Wê îro piştî nîvro mihrican bi pêşbirkên zanistî dewam bike. Her wiha wê sibe pêşbirkên werzîşê û roja 4’ê Nîsanê jî bi tevlîbuna gelek hunermendan pîrozbahiyeke mezin were lidarxistin.
DÎHA/MEXMÛR