Çalekiya rojiya birçîbûnê bi şiara “Ji Ocalan re azadî ji gelê Kurd re statuya siyasî” ji aliyê meclisa gel ya demokratîk ve hate organîze kirin destpê kir.Çalakî bi armanca tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û qirkirinê siyasî û operesyonê leşkerî hate lidarxistin. Çalekî dê 3 rojan bidome. Beriya ku çalakî destpê bike li ser navê Meclisa Îştar Fadîle Tok axaftinek kir û wiha got: “Vê sala 2012’an em dê di sala 2012 an de xweseriya demokratîk û Kurdistanek azad ava bikin. Îro bîr û baweriya me ji her demê zêdetir xurt tire ji ber ku em ne lewazin. Êdî dema dek û dolaban, demê derewan bi dawî bûye. Ji bo wê em dibînin di nav dewletê de roj bi roj bûyerên nû derdikevin holê. Îro diyar dibe ku çiqas dijminê Kurdan hevdu girtine û mildane milên hev”. Fadîle Tok, bal kişand ser tecrît û îşkenceya girankirî ya li gireva îmraliyê û wiha pêdeçû: “Her kes dizane ku li gireva Îmraliyê îşkenceyek giran li ser Serokatiya me tê meşandin. Bi taybetî jî CPT heya niha tu daxuyanî di vê mijarê de nedaye. Em kesên li hemberi ve yekê bêdeng şermezar dikin”.
Fadile Tok, çalekvanên meşa dirêj ya Awropayê jî silav kir û wiha dawi li axaftinê anî: "Em giriyên li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê silav dikin û dibêjin ku dilê me yeke û emê bi ser bikevin. Em di wê bîr û baweriyê dene wê tekoşîna me ya azadiyê bi ser bikeve”.
Piştî daxuyaniye 45 kesan bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" çalakiya 3 rojan destpê kir.


  ANF/MEXMÛR