Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê pêr ragihandibû ku di 24’ê Sibatê de gerîlayê wan Rêzan Cûdî (Rêzan Kara) ji ber nexweşiyekê şehîd bûye. Gerîlayê HPG’ê Harun Goyî (Îbrahîm Urek) jî di 1’ê Hezîrana 2019’an de li Heftenînê di encama êrişên dewleta Tirk a hewayî de şehîd bibû.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekê konê sersaxiyê ji bo her du gerîlayan hate vedan.

doh jî welatiyên Mexmûrê û endamên saziyên Mexmûrê serdana konê sersaxiyê yê her du gerîlayan kirin.

Bavê Şehîd Rêzan Cûdî Abdûllah Kara jî axivî û di Şexsê Şehîd Rêzan de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî. Kara diyar kir ku wê heya dawîyê ji bo xwestek û xeyalên Şehîd Rêzan têbikoşin.

Li ser navê malbata Şehîd Harûn Goyî Elî Bilehî axivî û wiha got; “Dijminê me ji pîvanên mirovatiyê û ji pîvanên exlaqî dûr in. Dijminê hov nahêle malbata Şehîd Harûn Goyî taziya xwe li Bakurê Kurdistanê pêk bîne. Em wek mirovên Şehîd Harûn sersaxiyê ji gelê Kurd re dixwazin. Ji bo ku xeyalên şehîdan pêk were çi ji destê me bê em ê bikin.”

 

ROJNEWS/MEXMÛR