Di çar rojên konferansê de gelek mijar hatin niqaşkirin. Bi taybet pergala perwerdê bi awayekî berfereh hate niqaşkirin. Piştî nîqaş û biryara desteya disîplînê, rêveberya mamosteyan hat diyarkirin. Axaftina girtina konferasê ji hêla endama konrdînasyona meclîsa Îştar Rozerîn Yildiz ve hat kirin. Yildiz di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser van mijaran: “Perwerde erka civakî ye, nirxek manewiye konferansa me carek dî ev pîvan zelal kir. Civaka ku nirxên xwe yên menewî li ser hebûna xwe daye tanzîmkirin ew civakên bi hêzin, dikarin hebûna xwe bidin dewamkirin. Îro li rojavayê Kurdistanê şerê hebûnê tê dayîn, bi taybet ji bo zimanê Kurdî gelek kar li wir tên kirin. em vê konferasa xwe diyarî gelê me yê rojava dikin û bi navê hemû delegeyan şoreşa rojava silav dikin.
Konferas bi duruşmeyên "Bijî serok apo", "Jiin jiyan azadî", "Bijî berxwedan rojava" bi dawî bû.
MEXMÛR