
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi hezaran xwendekar, şêniyên wargehê û mêvanên ji derve hatîn Newroz bi coşek mezin pîroz kirin. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê ji aliyê Hevserokên Meclîsa gel ya Demokratîk Leyla Îlhan Arzu, Hecî Kaçan, endamê komîteya amadekar ê Newrozê zubeyîr Kara, endama Meclîsa Îştar Sarya Kaya, Endamê Tevgra Goran Kak Mihemed, Parlamentera berê ya Iraqê Rabîa Hemed, Nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Abid Îke, endama saziya ciwanan Evîn Encu, Hunermend Bêrî Van, Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Seydo Pîranî û Hevseroka Şaredariya wargeha Maxmûrê Nuran Sezgîn ve hat pêxistin.Piştî axaftinan, koma zarokan a Şehîd Çiyager, Koma Penaber, Koma Dengbêjên Botanê, Îmad Hewlêrî, Koma Şehîd Berçem, Kerîmxan Surçî û Bêrî Van derketîn ser dikê û bi stranên xwe girse coşandin. Her wiha şanoya ku ji aliyê koma Hevîyekda ya şanoyê ve hat pêşkeşkirin jî ji aliyê girseyê ve bi baldarî hat temaşekirin. Di dawiya bernameya pîrozbahiya Newrozê de jî Koma Hezex derket ser dikê û welatiyan heta saetên dereng li ber stranên koma Hezex yên ku bi kemançeyên xwe gotin govend gerandin.
ROJNEWS / MAXMÛR