Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi wesîleya Cejna Qurbanê çûn serdana goristanê. Welatiyan piştre jî li Saziya Malbatên Şehîdan cejna hev pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de careke din banga yekîtiyê hat kirin.

Bernameya li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna tevahî şehîdên Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinêdestpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Gel a Wargehê Hisên Kara axaftinek kir û got: “Em beriya her tiştî cejna qurbanê li Rêber Apo, şervanên azadiyê, girtiyên zindanan, dayîkên şehîdan û tevahî gelê Kurd û bi giştî cejna xelqê Wargehê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejin bibe wesîleya azadiya hemû girtiyên di girtîgehên Bakur û Tirkiyê de. Hêvî dikin ku ev cejin bibe wesîleya serkeftina tevahî gelên mezlûm. Ji bo ku em li ser xakeke azad bijîn, em hêvî dikin ku ev cejin bibe wesîleya azadî û aştiya tevahî gelên Rojhilata Navîn.”

Kara diyar kir ku hêvî û daxwaza wan ji tevahî gelan ew e ku yekitî û biratiyê misoger bikin. Kara herî dawî bang li tevahî partî û saziyên Kurdistanî kir ku bi awayekî lezgîn li hev bicivin û yekîtiya xwe çêkin.”

Piştî axaftina Kara, li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mela Zekî jî axaftinek kir û got: “Em jî wek Civaka Îslamî ya Kurdistanê di destpêkê de cejna qurbanê li Rêber Apo, girtiyên zindanan, şervanên azadiyê û tevahî alema Îslamê pîroz dikin. Hêvî dikin ku ev cejin rê li azadî û aştiya tevahî gelan veke. Ji bo ku dawî li mirin û kuştinan bê, divê em wek Kurd lez bidin yekgirtina xwe û biratiya xwe pêk bînin.”

Piştî bernameya li Saziya Malbatên Şehîdan, xelq çû serdana saziyên li wargehê û cejna wan pîroz kir.

 

ROJNEWS/MEXMÛR