Daxuyanî ji aliyê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Sofî Sîdar ve hate xwendin. Sîdar di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: „Îro tecrîta girankirî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin dikeve roja 84’an. Em vê tecrîta girankirî şermezar dikin û didin zanîn ku dewleta Tirk, hukûmeta AKP’ê û hevkarên wan wê tu caran bi van pêkanînan bi ser nekevin. Li hember vê têkoşina azadiya xwe bilind bikin.“ Sîdar, bal kişand ser girtin û binçavkirinê pêk tên jî wiha aixvî: „Di van girtin û binçavkirinan de 7000 hezar mirovên ku nûnertiya gel dikin digrin û dixin zîndanan. Bi vê yekê mafên wan yên zagonî û hiqûqî tên binpêkirin. Gelê Kurd vê rewşê tu carî qebûl nake. Li hember van girtinan em banga serhildan û xwedîderketinê li tevahî gelê Kurd dikin.“ Daxuyanî bi sloganên „Bijî Serok Apo“, „Kes nikare roja me tarî bike“ û „Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok„ bi dawî bû.

MEXMÛR