Li  Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), bi tevlîbûna gelê wargehê ‘Şeva Bîranînê’ ya ji bo Şehîdên Meha Gulanê hat lidarxistin. Di şeva bîraninê de Endamê Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan Mele Elî Demîr axaftinek kir û got; “Bi boneya vê rojê şehîdên destpêkê yê doza PKK’ê Hakî Karer, şehîdên Şeva Çaran, şehîdên şoreşgerên Tirk, şehîdên YPS,YPS-JIN, dîsa şehîdên Rojhilatê Kurdistanê Şirîn Elemhûlî, Ferzad Kemangeran, şehîdên YPG-YPJ, dîsa şehîdên Başûrê Kurdistanê bi taybet a Hewlêrê ku di 16’ê Gulanê de hatibûn qetilkirin, şehîdên eniya Kerkuk heya Mexmûr û Şengalê em bi rêzdarî bibîr tînin û peymana girêdana doza wan didin.”


‘Em mînetdarên şehîdan e’

Piştî axaftina Demîr Endama Koordînasyona Meclîsa Gel a Demokratîk Zelal Sêrt jî axivî û got: “Bi minasebeta vê rojê em minetdariya şehîdên xwe û Rêberê xwe ne û em minetdariya xwe ji bo malbatên şehîdan, malbatên welatparêz, tînîn ser ziman. Wek tê zanîn her roja meha Gulanê roja şehîdane. Ji bo wê wek meha şehîdên netewa Kurd hatiye diyarkirin.”

Piştî axaftinan şeva bîranînê bi sînevizyona derbarê Şehîdên Meha Gulanê bidawî bû. 


Şervanê YPG’ê Bakûr hat bîranîn

Li Silêmaniyê bi merasîmekê Şervanê YPG’ê Brûsk Cemal Sebir (Bakûr Cîlo) di çil rojiya şehîdbûna xwe de hat bîranîn.  Di merasîma ku li Salona Tewar hate lidarxistin de gelek nûnerên partiyên siyasî û bi sedan kes amade bûn. 

Merasîma bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna rizgariya gelê Kurd jiyana xwe ji dest daye, destpêkir. Piştre jî ji aliyê Parlementerê YNK’ê Ferhad Sengawî ve helbestek hat xwendin û piştî helbestê mûm ji aliyê malbatên şehîdan ve hatin pêxistin.


‘Em ê şopdarên rêya wan bîn’

Di merasîmê de peyama Komîsteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku wê heya dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin û wiha hat got: “Di serî de di kesayetiya Bakûr Cilo de em bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurdistanê de di tewînin. Em ê heya dawî şopdarên rêya wan bîn, heya xeyalên wan pêk tên. Bêguman heya lehengên weke Şehîd Bakûr Cilo hebin, serketin nêzîke.”

Piştre jî peyman Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê RJAK hatin xwendin. Herwiha li ser navê Malbata Şehîd Bakûr Cilo jî birayê wî, Aram Cemal axaftinek kir. Cemal got: “Şehîd Bakûr kurê me bû. Lê şehîdê her çar parçeyê Kurdistanê ye. Ew neşehîdê me yê yekeme. Ew şehîdê me yê çaremîne. Wê ne şehîdê me yê dawiyê be.” Piştre jî sînevîzyonekî têkîldarî têkoşîn û jiyana Şervanê YPG’ê Bakûr Cilo hatî amedekirin, hat pêşkêş kirin.   Şervanê YPG’ê Brûsk Cemal Sebir (Bakûr Cîlo) di 7’ê Nîsan a 2016’an de li Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê di şerekî dijî çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê li gel 9 hevalên xwe jiyana xwe ji destda.  


 MEXMÛR/SILÊMANÎ