Îsal bi ketina biharê re komîteya aborî û şaredariya wargehê bi ked û hewldanek mezin ev proje xistin merîyetê. Endama komîteya aborî Xelat Yekcandiyar kir ku di vir de mabesta wan ew e ku aboriyê di bin yekdestiya kapîtalîzmê derbixînin û bixin destê gel bixwe. Xebatkar Mam Hacî got; “Me di 45 rojan de ev sera anî vê astê. Me ji bo gelên xwe ev çêkiriye û em hêvîdarin ku gelên me were ji keda xwe xwedî derbikeve.”
Xebatên sera heya niha bi 9 çadiran ve despê kiriye û di nav vê mehê de hilberînên çadirekî dest bi komkirinê kirine.
ROJNEWS/MEXMÛR