
Niha jî li Mexmûrê xebatên dengbêjiyê ciheke girîng digire û ev xebat dibe arşîv. Ev arşîv di heman demê de, arşîva hunerî ya Mexmûrê ye jî. Armanca tomarkirina dengan çi ye? Çima ev deng tên arşîvkirin? Ji bo dema pêş ev deng çi bibin? Endama Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê û di heman demê de hunermend Nermal Çem der darê xebatên dengbêjiyê de ev tişt gotin: “Gelê kurd çanda xwe û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kirine. Ev awaz wekî çîrokek, wekî destaneke hatiye guhdarkirin. Di heman demê de ew awaz dîroka kurdan a ne nivîskî jî di nava xwe de girtiye.
Dengbêjên kurd ên nemir çanda kurdan bi awazên xwe yên xweş û hestiyar heya roja me ya îro anîne. Hemû gel bi çanda xwe heye û bi çanda xwe dikare xwe îfade bike. Gelek bê çand naye fikirandin. Tu gel bê çand jî nabe. Gelê kurd jî çanda xwe bi dengbêjiyê bi awayekî zelal raxistiye ber çavan. Huner beşek çandê ye û beşeke herî girîng e jî. Huner di heman demê de çanda gelan ya herî xweşik jî rave dike. Hunerek bê çand ne gengaz e. Mirov bi hunera xwe temsîla çanda xwe dike. Tu gel nikare bi çanda welatekî din bikaribe hunera welatê xwe ango gelê xwe pêş bixe û xebatan li ser bimeşîne. Heke bike jî ew nabe çanda welatê wî/ê dibe çanda welatekî din.
Gotin girîng in lê muzîk jî qasî gotinan girîng e. Dema dayik li ser zarokên xwe de distirîne mirov di gewriya wê de tu êş hatine jiyîn dibihîse û mirov di wê awaz an qîrînê de dibîne ku gelek tişt di wê dengê de veşartiye. Ev dengê dayikan dengek dîrokî ne. Hunera kurdî pêwîst e li ser rastî û çanda xwe ya rast a dengbêjiyê pêşbikeve. Bi taybetî jî ji bo nifşên nû ew pêdivî ye.”
Kaniya Muzîkê; Botan
Nermal Çam der barê muzîk û stranên Botanê de ev şîrove kirin: “Avabûn û afirandin ji Botanê dest pê dike. Botan di dîroka kurdan de jî xwediyê cihekê taybet e. Gelek şer li ser axa Botana çêbûne. Di heman demê de gelek destan jî li ser vê axa pîroz jiyane û bûne hêjayê ê gotinê. Di heman demê de şerê çekdarî (PKK) jî li wê derê de dest pê kiriye. Botan şoreşa tevgera azadiyê hembêz kiriye. Botan xwediyê çandek xwezayî ye. Çanda xwe ya xwezayî rixmê hemû êrişan jî parastiye. Di heman demê de bûye parazvanê çanda xwe ya xwezayî jî. Ev di awazên dengbêjên Botanê de jî tê dîtin. Her stran û awazek di nava xwe de destanek digire. Çandekî xuliqkar li ser vê axê heye.”
Hunermend Çam nêzikatiya dengbêjan a hemberî xebatan jî wiha tîne ziman: “Gelek bi min re dibin alîkar. Ew wateyek gelek mezin didin vê xebatê. Di heman demê de navên şêniyên dengxweş jî ji min re dibêjin û dixwazin dengê wan jî bên tomarkirin. Nêzikatiyên wan ên takekes nînin tiştê ku herî xweşa min diçe jî ev e. Divê hunerê de ez ezî tune be. Xizmet a herî pêş be û mirov xizmeta gelê xwe bike. Heke hunera te xizmeta gelê neke, wê demê tu nikarî ji xwe re jî bibêjî ez hunermend im.”
Arşîv turikê çandê ye
Hunermenda kurd Nermal Çam girîngiya arşîvê bi van gotina bi lêv dike: “Arşîv girîng e. Ev arşîv ji bo dema pêş sûd jê were girtin tê amadekirin. Armanca min ew e ku dema tomarên dengan qediyan vê carê tomarên muzîkê bên çêkirin.
Dema ev jî hat amadekirin wê demê em dikarin albûm derxînin. Di heman demê de em ê klîb jî çê bikin.”
DÎHA/MEXMÛR