Li Mexmûrê zingilê dibistanan lê da
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) sala nû ya xwendina 2018-2019’an dest pê kir.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî 4 dibistanên Seretayî, 2 dibistanên navîn û dibistana amedeyî ku bi piştî nêzî 3 hezar û 500 xwendekar lê dixwînin bi merasîmeke vebûn.
Di merasîma vekirina dibistanan de yek ji rêveberên dibistanên Mexmûrê Zeyneb Kara axivî. Zeyneb Kara bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û got, "Hêvîdar im ku her xwendevanek ji bo sala xwe ya nû hewildaneke nû hebe û rûpelekî paqij û nû ji bo xwe vekin. Em bawer dikin ku her xwedevanek hem di kesayeta xwe de hem di aliyê zanînê de, hem di aliyê xwe bipêşxistinê de xwedî hewildan bin."
Derfetên xwendina zimanê Kurdî
Kara diyar kir ku divê derfetê di destê xwe de baş bi kar bînin û got, "Em jî wek mamosta sala xwe ya nû dest pê dikin. Hewildanên mamosta yên ji bo xwendevanên xwe û bipêşketinên xwedevanan dewam bikin. Wek tê zanîn li Kurdistanê cihê ku herî zêde derfeta xwendina zimanê Kurdî lê heyî Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ye. Ji ber vê yekê xwendevanên me di vî aliyî de pirr bi şens in. Ev şansê ku di destê me de heyî, pêwîst e em baş bi kar bînîn da ku em serketî bin." MEXMÛR / ROJNEWS