Ji bo piştgiriya bi Hevseroka KCD´ê Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê re Kurdistanî û dostên wan li meydanan bûn. Li bajarê Elmanyayê Bonnê, li paytexta Fransayê Parîsê, li bajarên Swîsreyê Basel û Zurichê, li bajarê Holanda Den Haagê çalakiyên Kurdistaniyan hebûn.

Bonn: Jinên Kurd yên li bajarê Elmanyayê  Bonnê daketin meydanan û wan bêdengiya raya giştî rûreş kir. Çalakî li Munster Platzê pêk hat. Jinan û Kurdistaniyên tevlî çalakiyê bûn, bang li saziyên Ewrûpayê kirin ku ji bo berxwedana Leyla Guven û li dijî tecrîda li Îmraliyê zend û bendan vemalin. Jinan diyar kir ku heta ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Parîs: Li paytexta Fransayê Parîsê jî ciwanan ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan û ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li hepsan, çalakiyeke îteatnekirina sivîl li dar xist. Ciwanan posterên Ocalan û alên PKK’ê hilgirtin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Kujer Erdogan” gotin.

Ciwan piştre heta bi Bulvara Strasbourg-Saint-Denisê bi gotina sirûda “Çerxa Şoreşê” meşiyan. Qisekeran di dema çalakiyê de got, bi biryardariya têkoşînê ya çalakgerên greva birçîbûnê ew ê jî heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên xwe bidomînin.

Basel:Li Baselê jî bi armanca piştgirîdayîna Hevseroka KCD´ê Leyla Guven, jinan çalakiyeke bêdeng li dar xist. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî li pêşiya Parlamena Kantonê hate lidarxistin. Jinan bandên reş li ser devê xwe danîn û bêdengiya CPT, Konseya Ewrûpa û Parlamena Ewrûpayê ya li dijî tecrîdê protesto kir. Di çalakiyê de pankarta “Dayikek, jinek, parlamenterek, qasida aştiyê ev 63 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye” hate hilgirtin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.

Zurich: Li balafirgeha navneteweyî ya Zurichê jî bi heman armancê çalakiyeke îteatnekirina sivîl hat kirin. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, pêk hat. Li balafirgehê çalakgeran bi qasî nîv saetê bi Elmanî û Fransî dirûşm gotin. Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger diyar kir ku heta ku tecrîd bi dawî bibe, ew ê çalakiyên xwe bê navber bidomînin.

Den Haag: Jinên Kurdistanî yên li Den Haagê jî ji Leyla Guven re name şandin. Jinan li ser kartan nivîsî “Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye”

 

NAVENDA NÛÇEYAN