
Rengîniya şanoyê
Aksû, destnîşan kir ku ew armanc dikin ku hemû rengê şahiyen çand û huneran di vê mihrîcanê de vehewînin. Aksû, da zanîn ku ew armanc dikin ku her kes bê tirs û xof beşdarî van mihrîcanan bibe û teşame bike. Aksu, destnîşan kir ku ji bo têkiliyên civakî yên li ser çandê di qada neteweyî û navneteweyî de peş bikeve gelek girîng e û wiha got: "Divê saziyên sivîl ên civakî piştgiriyê bidin hunerê. Em dixwazin vê girêdanê bi şanoyên kolan, zanîngeh, bajar û welatên din xurt bikin û pêş bixin. Em armanc dikin ku di 16'emin mihrîcanê de ji şanoyê heftrengiyekê ava bikin.
Aksu, destnîşan kir ku bi piştgiriya Wezareta Çand û Turizmê li Enqereyê vê mihrîcanê pêk tînin û derfetê şanoya bê pere ji 2 hezar kesan re amade dikin. Aksu, destnîşan kir ku di 5 salan de derfetên şano ji 10 hezar kesan re ava kir.
Aksu, anî ziman ku di çarçoveya şanoyê de 8 komên Şanoya Derve, 7 komên şanoya Şaredarî û Bajar, 5 komên şanoyê ji Zanîngehê û 38 komên şano jî taybet û amar û 5 komên zarokan bi tevahî 63 kamên şano amade dibin. Aksu, destnîşan kir ku dê di 25'ê mijdarê de lîstika şano yên "Şer û Jin" û "Pereyê du Gayan" bê pere ji bo jinan bên lîstin.
2 lîstikên kurdî
Mihrîcana ku di navbera 18-28'e mijdarê de pêk bê dê di 2 lîstiken şano bi kurdî bin. Lîstika koma şano ya Seyr-i Mesel ku ji aliyê dehnêriya Sîbel Înce ve hatiye amadekirin dê di 22'ê mijdarê de derkeve ser dikê. Lîstik dê bi navê "Kayo Mixenet" bê pêşandan. Lîstika duyemîn jî ji koma Destar a bi navê Hêjmar 5 a Disko dê di 24'ê mijdarê de derkeve ser dikê.
DÎHA/ENQERE