Li navçeya Wanê Miksê mînîbusa 2 kesan di binê aşîtê de ma. Kesên di hewara wan de jî çûn aşît bi ser wan de hat. Dema me nûçeya xwe amade dikir hejmara kesên di aşîtê de mirin gihiştibû 31 kesan. Hejmara yên di bin aşîtê de mayî jî nayê zanîn. Ji miriyan 8 esker in, 3 cerdevan in, 3 agirkuj û yên din jî sivîl in. Heta niha jî 25 kes hatine rizgarkirin.
Li herêmê pûk û bahozeke xurt heye. Ji lewra jî xebatên rizgarkirinê pirr bi zehmetî dimeşin. Li herêmê mij û moran e.
Hêjayî bi bîr xistinê ye; bi qasî 300 kes di hewarê de çûbûn û tê texmînkirin ku 50 kes di bin aşîtê de mane.
WAN