
Li navçeya Miksê ya Wanê ku wek embara gûzan tê zanîn, bi meha Cotmehê re dest bi jêkirina gûzan hat kirin. Gûz çavkaniya debarê ya herî girîng ên navçeyê ne û teneke bi 300 lîreyî tê firotin. Jêkirina gûzan 20 rojan didome û di van rojan de mêr gûzan ji daran dadiweşînin û jin jî berhev dikin. Her wiha zarokên ku tevî jinan gûzan berhev dikin jî wesayîtên di rê de diçin û tên disekinînin û gûzan difiroşin wan.
Jin bi selikên ku didin pişta xwe gûzan tînin mal û wan li ser xanî hişk dikin. Dayika 11 zarokan Nezahat Orhan (45) ku nêzî 100 darên wê yên gûzan hene, anî ziman ku di dema jêkirina gûzan de herî zêde jin ditahbin. Orhan, diyar kir ku ew bi gûzan debara xwe dikin û di 3 salên dawî de wan îsal debreke baş bi dest xistiye. Orhan, diyar kir ku dema ev kar didome hin jin jî ji bo kesên dixebitin xwarinê çê dikin û wiha got: “Bi vî awayî karbeşî tê kirin. Em vê yekê ji bo baxçeyên xwe tenê nakin, em alîkariya kesên extiyar jî dikin.”
MA/WAN