Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, pêr bi obus û fuzeyên katyûşa êrîşî gundê Ûlaş ê bi 29 kîlometreyan li rojavayê Minbicê ye, kirin. Di heman demê de êrîşî çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li gundên Cibildem û Sîncarê kirin. Şervanan di cih de bersiv dan êrîşan û şerekî dijwar dest pê kir. Vî şerî heta duh danê êvarê dewam kir. Li gorî agahiyan, di vî şerî de herî kêm 37 çete hatin kuştin.

Gelek ji cenazeyên van çeteyan ketin destê şervanan. Her wiha hin ji cenazeyan jî li herêma şer man e.

‘Em piştgiriya Minbic û Şehbayê dikin’

Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demorkaîtk a hersê Kantonên Rojava (Cizîr, Efîrn û Kobanê) û Minbicê têkildarî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên rojavayê Minbicê û herêmên Şehbayê, daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî bi beşdariya Endamên Rêveberiya Xweser ên Kantonên ′Cizîr, Kobanê û Efrîn′ û Girê Spî, ji aliyê Hevserokê Meclîsa Sivîl a Minbicê ve, hat xwendin.

Di daxuyaniya Koordînasyonê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Minbicê û herêmên Şehbayê hatin şermezarkirin û berxwedana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSDʹê hate silavkirin, her wiha hate gotin ku heta hemû xaka herêmê ji Tirkiyê û çeteyê wê bê rizgarkirin, dê piştgiriya bi Melcîsa Sivîl a Minbicê bikin.

ʹTirkiye tevliheviyê derdixeʹ

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk ji bo armancên xwe pêk bîne tevliheviyên mezhebî û netewî di nava pêkheteyan de derdixe û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: ʺJi bo vê yekê êrîşan pêk tîne. Êrîşa hikûmeta Erdogan a di Sûriyê de êrîşa li ser gelê me û hêzên demokratîk e. Dagikerina wan ji xaka Sûriyê re ne ya demekî ye, lê belê ew dixwazin tevahiya xaka Sûriyê her dem dagir bikin, bela tevahiya gelê Sûriyê vê yekê bizanin.ʺ

Banga bilindkirina berxwedanê

Kordînasyona sê kantonên Rojava bang li gelê herêmê kir ku bi rihê Fermandarê Şehîd Feysel Ebû Leyla û tekoşer Arîm Mîrkan li ber xwe bidin û parstina rumeta xwe bikn û bersiva êrîşên hovane yên Dewleta Tirk ku zarok û jinan hedef digirin bikin.ʺ

Di dawiya daxuyaniyê de jî bang li hêzên navdewletî hate kirin ku helwesta xwe li dijî êrîşên dewleta Tirk û kiryaêrn wê yên dij mirovahiyê derkevin da ku dawî li êrîşên deleta Tirk û çeteyên wê were û wiha hate gotin: ʺEm bang li Netewyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê dikin ku yekser destwerdanê bikin da ku binpêkirina Tirkiyê ji qanên navdeweletî  û pîvanên mafê mirovan bi dawî bibin.ʺ


 MINBIC