Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ber bi navenda bajarê Minbicê ve 3 pêş ve dikevin. Di van kêliyan de li rojava û başûrê bajar di navbera şervanên Minbicê û çeteyan de şerê dijwar diqewimin. Di pevçûnan de heta niha herî kêm 40 çete hatyine kuştin.

Li gorî agahiyên ku nûçeghînên ANHA’yê ku opersyona Minbicê dişopînin dane, doh li kolana Rabîta, derdora nexweşxaneya Wetenî yên li rojhilatê Mibicê şerê dijwar diqewime. Nûçeghînan dan zanîn ku di pevçûnên ku pêr bişev  destpêkirine û heta sibehê devam kirin de 15 çete hatine kuştin.

Her wiha li bakurê Taxa Hezawne jî di navbera şervanên Minbicê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar rûdan. Li vir jî şer bi hemû dijwariya xwe dewam dike. DI pevçûnên li vir jî heta niha zêdeyî 25 çeteyan hatine kuştin.


Li Heleb û Kobanê 5 çete hatin kuştin

YPG’ê ragîhand ku di 24 saetên dawî de li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê û kantona Kobanê 5 çete hatin kuştin. Artêşa Tirkiyeyê jî êrîşên xwe yên li dijî Rojava dewam dike.

Navenda Ragîhandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê encama êrîşên komên çete yên di nava 24 saetên dawiyê de, eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye: "13’ê tîrmehê di navbera saetên 00.00-03.00’an de komên çeteyan bi topên hawan û cehenemê êrîş birin li ser taxa Şêx Meqsûd. Çeteyan bi awayekî hemwext xwestin ji herêmên Seken Şebab û Şarka Muxaberat tekevin taxê lê hêzên me bersivên tund dan çeteyan. Di şerên li van qadan de qasî hat zelalkirin 2 endamê çeteyan hatin kuştin.

Hêzên me bersiv dan êrîşê çeteyan a heman rojê li dijî herêma gundê Pîno lidarxistin jî û di encam de qasî hat zelalkirin çetekî hat kuştin.

Heman rojê komên çeteyan ji çeperên xwe yên Ezazê bi topên hawan û cehenemê êrîş birin li ser gundê Maranêz a Efrînê. Hêzên me bersiv dan êrîşê çeteyan û di encam de 2 maşîneyên çeteyan hatin ruxandin û qasî hat zelalkirin çetekî hat kuştin.

13’ê tîrmehê çeteyên DAIŞê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn û Jorîn bi çekên giran êrîş birin li ser bajaroka Şêxler a dikeve rojavayê başûr a Kobanê. Heman demê de 2 çete xwestin ji ser pira Cerablûsê derbasî qadên me bin lê hêzên me li ser van çeteyan de girtin û yek ji van çeteyan kuştin.

Doh jî hat ragihandin ku Komên çete yên qaşo Koalisyan Sûriyê gundê Celemê yê Efrînê topbaran dikin.

Di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk 13ê Tîrmehê bi çekên giran êrîş birin li ser çeperên hêzên me ya gundê Ziyaretê ya dikeve rojavayê Kobanê.” 


 KOBANÊ/HELEB






Nûçegihanên ANHA û Ronahî TV birîndar bûn


Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) û nûçegihanê Ronahî TV ku operasyona rizgarkirina Minbicê dişopandin, di encama teqîna mayinê de debirîndar bûn.

Kendal Cudî û Mistefa Mehemed pêr (13 Tîrmehê) dema dixwestin çerxerêya Sebi Behrat a ku şervanên Minbicê ji çeteyan rizgar kiriye, bişopînin, di encama teqîna mayinê de birîndar bûn. Cudî û Mehemed destpêkê rakirin Nexweşxaneya Kobanê. Piştî mudaxeleya yekemîn Mehemed, veguhestin bajarê Qamişlo.

Dermankirina herdu nûçegihanan didome.

Yekîtiya Ragîhandina Azad (YRA) ji bo nûçeghînanên Ronahî TV û ANHA’yê ku li Minbicê birîndar bûne, hêviya şifaya lezgîn daxwaz kir. 


 MINBIC