
Hêzên Meclîsa Eskerî ya Minbicê Operasyona Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla ya Rizgarkirina Minbicê dewam dikin. Şervanên meclîsê di çarçoveya operasyonê de bajarokê Dadat ê li ser riya di navbera bajarên Minbic û Cerablusê de ji çeteyan rizgar kir. Ev bajarok 10 km li bakûrê bajarê Minbicê ye û bi rizgarkirina wê re riya çeteyan a Minbic-Cerablusê jî hat birrîn. Li derdora bajarok, di navbera şervanên Meclîsa Eskerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ´ê de şer dewam dike.
Rêya nefesê ya DAIŞ´ê hat birrîn
Di operasyonê de dema doh saet berê sibê 04.00’an rêya Minbic-Cerablusê li devera 23 kîlometroyan li rojavayê Qereqozaxê, bi temamî hat kontrolkirin, derbeke giran li çeteyên DAIŞ´ê hat xistin. Li aliyê din serê sibehê hat dîtin ku çeteyên DAIŞ’ê li nêzî rêya Minbic-Cerablusê cilên jinan li xwe kirine û şerê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirine. Li gorî çavdêrên siyasî, bi birrîna rêya di navbera Cerablus û Minbicê de, rêya nefesê ya DAIŞ´ê li Minbicê hatiye birrîn.
Gund û gundik tên rizgarkirin
Li aliyê Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê doh sê gund û gelek gundikên din ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Li baskê operasyonê yê aliyê Pira Qereqozaqê gundê Xirbet El-Masê û li baskê Bendava Tişrînê jî gundê Fers Sexîr û Qîrata Mezin hatin rizgarkirin. Gundê Qîrata Mezin li bereya Tişrînê 18 km dûrî bendava Tişrînê ye. Li ber gund jî 20 gundikên din hatin rizgarkirin.
Li Qirata Mezin13 çete hatin kuştin
Piştî ku şervanan gund rizgar kir, tirimpêleke mayinkirî ku çeteyan amade kiribû hat teqandin. Di encama şerê dema rizgarkirina gund de, 13 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Her wiha şervanan 3 çekên kalaşinkov, 4 bombeyên destan û doçkayek desteser kir.
Serçeteyê Urdinî hat kuştin
Li Cerablusê di encama êrişên balafirên şer ên koalîsyona navnetewî de, yek ji serçeteyên DAIŞ’ê yê bi navê Ebu Huzeyfa El Urdinî û hinek çeteyên din ê payebilind hatin kuştin. Balafirên şer êvara 5’ê Hezîranê li Cerablusê mewzî û nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin. Li gorî agahiyên ANHA’yê ji çavkaniyên pêbawer, dema komek serçeteyên DAIŞ’ê di civînê de bûn, balafiran herêm bombebaran kir. Di bombebaranê de pirraniya serçeteyên di asta rêveberiyê de hatin kuştin û hinek jî, bi giranî birîndar bûn.
Hate zanîn ku di nava çeteyên hatine kuştin de serçeteyê bi navê Ebu Huzeyfa El Urdinî jî heye ku yek ji navên herî girîng ên berpirsyarên DAIŞ’ê yên Cerablusê ye. Her wiha reîsê eşîrekê ku destpêkê tevlî çeteyên DAIŞ’ê bûye yê bi navê Hesen Remo jî di êrişê de hatiye kuştin.
Hate ragihandin ku di êrîşê de dadgerê DAIŞ’ê yê Cerablusê Ebu Sumeya El Misrî û alîkarê şefê îstîxbaratê yê Cerablûsê yê bi navê “Edûş” jî bi giranî birîndar bûne.
Li aliyê din çavkaniyên herêmî ragihandin ku balafirên şer şevê din jî li nêzî navenda Minbicê êrişeke nû ya hewayî pêk aniye û kamyoneke cebilxane barkirî rûxandine.
MINBIC
Li bereya Minbicê 8 bira li bi hev re
Operasyona rizgarkirina Minbicê û gundewarên wê, hêviya gelê Ereb ê herêmê derxist asta herî jor. Ji bo vê yekê jî pêl bi pêl xelkê Minbicê berê xwe dide nava refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê. Lê ya balkêştir ew e ku gelek malbat bi komî tevlî Meclîsa Leşkerî dibin.
Malbata Ebd Elrezaq Casim jî, yek ji van malbatan e. Malbata Ebd Elrezaq Casim ji niştecihên gundê Qubên ê ku 45 kîlometroyan li başûr rojavayê Kobanê ye. li vî gundê ku hemû şêniyên wê Ereb in, 8 zarokên Ebd Elrezaq Casim tevlî tabûrên Şoreşgerên Minbicê bûne. Seîd Casim, Xalid Casim, Macid Casim, Musleh Casim, Salij Casim, Mehmûd Casim, Hisên Casim û Ebû Zêd ku ev 8 meh in tevlî refên berxwedanê bûne, di rizgarkirina Girê Spî, Sirîn û Bendava Tişrînê de cihê xwe girtine.
Bi destpêkirina hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê û gundewarên wê re, 8 bira careke din bi hev re tevlî hemleyê bûne û di heman eniyê de şer dikin.
Xalid Ehmed Casim ku tevlî hemleyê bû ye, li ser pirsa ka çima 8 bira bi hev re tevlî hemleya rizgarkirina Minbicê bûne, got, “Em 8 bira tevlî hemleyê bûne. Armanca me ew e ku em gelê sivîl ji zilma çeteyan xilas bikin û li welatê xwe di ewlekariyê de bijîn.”
Ji birazan Macid Ehmed Casim jî bang li hemû malbatan kir da ku herî kêm ji malbatekê ciwanek tevlî hêza wan bibe ji bo ku welatê xwe ji çeteyan xelas bikin.
KENDAL CÛDÎ/ANHA / KOBANÊ