Hevseroka Meclîsa Sivîl a Minbicê Sozdar Xalid û Endamên Meclîsê Şêx Alî Cemîlî, Ebdo Mustefa, Berkel Ebû Ereb, Emel Yûsif ji bo endamên meclîsên 37 gundan civînek organîze kir.
Hevserok û endamên meclîsê li vir axivîn û armanca operasyona rizgarkirinê vegotin. Di heman demê de li ser rê û rêbazên xwerêvebirina gel jî axivîn. Endamên meclîsê girîngiya jiyana rêxistinbûyî û parastina biratiya gelan îfade kir û da zanîn ku ew hewl didin ji pêwîstiyên gel re bibin bersiv.

Di nava meclîsan de jin û ciwan
Li gorî nûçeya ANF´ê, Rayedarên Meclîsa Sivîl a Minbicê dan xuyakirin ku bi temamkirina xebatên meclîsbûnê yên li gundan ew ê gaveke girîng biavêjin û diyar kir, jin û ciwan wê bi taybetî di nava van meclîsan de cih bigirin.
Nûner û berdevkên gundan ên beşdarî civînê bûn, kêfxweşiya xwe ya ji ber rizgariya ji zilma DAIŞ’ê diyar kirin û piştre pêwîstiyên xwe ji meclîsê re ragihandin.

Nûneran da zanîn ku jiyana di bin desthilatdariya DAIŞ’ê de gelekî giran bû, buhayê her tiştî gelekî zêde bû û xwestin ku av û xwarin were dabînkirin û mazot ji bo bîrên avê bêhtir were dayîn.

ANHA/MINBIC