SELWA EBDULREHMAN / ANHA/MINBIC

Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ‘ê ji beriya du salan ve tevger li kolanên bajêr zêde dibe. Ji ber ku bajar ji hêla şêniyên xwe ve tê birêvebirin, niha bûye navendeke bazirganiyê ya girîng û gelek derfetên kar lê peyda dibin.

Sûkên bajarê Minbicê bi şêniyên herêmên cuda ên Sûriyeyê geş bûye. Her wiha ji ber aramiya bajêr qada avahîsaziyê bi pêş ketiye. Bi vê geşbûn û pêşketinê re gelek derfetên kar ji şêniyan re peyda dibin. Hejmareke mezin ji wan di saziyên sivîl de dixebitin, hejmarek din jî bi dilxwazî tev li parastina bajêr bûn û hinek jî di xebatên avakirina avahiyan de kar dikin.

Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitînê di dawiya mehê de 415 daxwaznameyên kar tomar kirine. Her wiha komîteyê ji nêzî 200 kesî re derfetên kar di nav saziyan de wekî karmend peyda kirin.

Defetên kar pir in

Têkildarî mijarê cîgira Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitînê Fatme Miho got hejmara kesên ku komîteyê tomar kirine ji ber peydakirina derfetên kar zêde dibin.

Yek ji karkerên ku bi rêya komîteyê xebitiye bi navê Fayêz Ewad ê ji Minbicê got: “Ez di warê avahîsaziyê de kar dikim û defetên kar pir in.” Fayêz Ewad destnîşan kir ku şert û mercên bajarê Minicê ji bo kesên ku dixwazin vegerin Minbicê guncaw in.