
CIWAN EHMED / ANHA / MINBIC
Tîmên vekolandina arkeolojîk yên ser bi Kargeriya Şûnwaran a Rêveberiya Sivîl a Minbicê, vekolînên derxistina mozayîk û dêreke Suryaniyan a li taxa pîşeyî ya bajêr dimeşînin da ku ew bên parastin û sererastkirin.
Li bajarê Minbicê gelek dever û cihên kevnar û dîrokî hene. Ev yek jî piştrast dike ku gelek şaristanî li vir hatine avakirin û bajar di gelek serdemên dîrokî re derbas bûye.
Di serdemên kevnar de peywira bajarê Minbicê dînî bû û Aramiyan weke paytexta xwe bi nav kir. Li vir peykerên xwedawenda bahozan Hudid û xwedawenda avê Atarkatîs hatin çêkirin. Peykera Atarkatîs li ser erebeyekê ku şêr dikişînin, hatiye çêkirin û di destên wê de alaveke mûzîkê heye û li ser serê tacek hatiye danîn. Lê diyar e peywira bajêr a sereke şer bû, nemaze baregeha sereke ya artêşa Romaniyan li vir hatibû avakirin û ji vê deverê êrîşên xwe bi ser Mezopotamya û Îranê ve dibirin. Yostiyanos li vir sûrekî xurt ava kir. Ev sûra Bîzantîk nîşan dide ku keleheke xurt e. Di serdema Emewiyan de bi Cund Qinisrîn û Helebê ve hate girêdan û peywira xwe ya şer dewam kir. Her wiha li dijî Romaniyan bû kelemeke Mislimanan.
Karên kolana arkeolojîk dewam dikin
Kar û xebatên vekolandina şûnwarên li vir nehatine rawestandin, nemaze ji ber ku gelek şûnwar û bermahiyên serdemên cûda li vir hatin vedîtin.
Çalakiya vekolandinê ya herî dawî ji aliyê şandeyeke hevbeş a Sûriye û Fransayê ve sala 2010’an pêk hat. Di encamê de dêreke Suryaniyan û sûrên dêrê hatin vedîtin. Çeteyên DAIŞ´ê zirar li van herdu cihên dîrokî jî kiriye.
Di van pênc salên dawî de jî xebatên vekolandinê ji ber rewşên awarte hatine rawestandin. Piştî ku herêm ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, Kargeriya Şûnwaran a Meclîsa Sivîl a Minbicê di 26’ê Tebaxê de xebatên xwe dest pê kirin da ku hemû bermahî û şûnwarên herêmê bêne parastin.
DAIŞ´ê ziyaneke mezin li bermahiyan kir
Dêra li taxa pîşeyî ya li navenda bajarê Minbicê li gorî pisporan vedigere serdema Bîzansiyan û nexasim jî qonaxa belavkirina Xiristiyaniya bi dizî, li vir oldarekî bi navê Geriyagos hebû û bi dizî îbadeta xwe li vê dêrê dikir. Piştî ku xiristiyanî belav bû, ev dêr hate mezinkirin.
Nexşeya mozayîkê jî li rex dêrê ye û di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ziyan l bûye. Li ser vê mozayîkê efsaneyeke nêçîrê hatiye neqişandin û ji aliyê çeteyan ve rûyê nêçîrvan hatiye xirabkirin. Kargeriya Şûnwaran li rex vê tabloya mozayîkê hin tabloyên din ên mozayîkê yên serdema Bîzansiyan ku bandora şaristaniyên beriya wan li wan bûye, vedîtin.
Projeya muzeyê û parastina şûnwaran
Serokê beşa vekolînê ya Kargeriya Şûnwaran, şûnwarnas Ebdullwehab Şêxo diyar kir ku Kargeriya Şûnwaran a Minbicê ji bo van tabloyên hatine xirabkirin sererast bike dixebite, her wiha ew ê dîwarekî li derdora van tabloyan ava bike da ku bên parastin û texrîbat li ser wan nebe.
Şêxo destnîşan kir ku ew xebatên xwe bi rêk û pêk dimeşînin da ku şûnwar û kevneşopiya vê herêmê biparêzin.
Li gorî Şêxo armanc ji vekolandinê ew e ku tabloyên mozayîkê ku ji aliyê çeteyan ve rastî ziyanan hatine, sererast bikin û bermahiyên kevnar di mûzeyekê de ku dê were avakirin, biparêzin.