Komîteya Çand û Huner a bajarê Minbic û gundewarên wê dewreya perwerdeyê ya lîstikvanên şanoyê, stranbêj û mûzîkvan bi dawî kir û bi vê minasebetê û şahiyek li dar xist. Şahî li ser dika şanoyê ya Pîşesaziyê bi amadebûna bi dehan şêniyên bajêr û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê hate lidarxistin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre sê ciwanan destpêkê bi awayekî ferdî û piştre komî bilûrê da. Îbrahîm El-Mustefa helbest xwend. Du zarokan jî stran gotin.

Piştre zaroka bi navê Samirîn Îmad stranek li ser zarokatiyê got.

Di şahiyê de Koma Şanoyê ya Minbicê lîstikeke şanoyê ya bi navê “Na ji madeyên hişbir re” nîşan da.

Di dawiyê de komîteya çand û huner, beşdarên perwerdeya şano, strabêjî û mûzikî xelat kirin.

 

ANHA/MINBIC